SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku ”Xwelîseriya Demokratîk”a wan nebe wek mesela ”kurtce-turkce farke etmez” em ê qîma xwe bi wê jî bînin!

Bi rastî mirov carina qed nizane çi kirasî li aqilê vê Konseya KCKê û peydûkên wê ên wek hin kesên ji BDPê û Kongreya Gel bike!.. Ku dibêjin xwelîseriya demokratîk! Yanî çi? Yanî ew bi xwe jî nizanin bê çi dibêjin û hew! Ev têgeha wan a şeqlovîzkî jî tam wek navê KCKa wan wilo xerabe ye. Erê çima ne otonomî, lê xwelîseriya demokratîk? Êm ê kin lê bixin:

Heger bi rastî endamên Konseya KCKê hema piçikekî li himberî kurdan cidî û xwediyê gotina xwe bin û ji dil dixwazin ku kurd bigihên statuyekê piçûk, wê Xwelîserîya xwe a Demokratîk bi haweyê ku kurd neçin eskeriyê û xwendegehên tirkan û hwd. tevbigerin û bi paş ve gavê neavêjin;  xwelîseriyê  bi sembolên wek ziman, cil û berg û ala kurdî û herwekî din derxînin pêş.  Konsey bêyî ku xelkê derxe sikakan jî li Kurdistanê dikare nehêle çerxa dewleta bizîvire.

Îcar heger hat û Konseyê bi xwepêşandaneke mezin bi milyonan kurd li Diyarbekirê civandin û bi haweyekî bêdeng nasnameyên wan ên tirkî (nufus cuzdan) bi avêtinkirin da, aha wî çaxî jî wê tu maneya dewleta tirkên bêbav li Kurdistanê nemîne û rayedarên wan wek kûçîkan jî daxwazên vê demokratiya xwelîseriyê ji dil û can qebûl bikin, qebûl bikin da kurd û Kurdistan bi carekê ve ji dest wan neçe!

Lêbelê ku Konseya KCKê vê jî bike wek mesela ”kurtce-turkce fark etmez”, yanî gotina wan a ha zimanê tirkî ha zimanê kurdî ”ferq nake, em birayên hev in, gotinek bû ji devê me derket, me henek kir” be, wê tirk di vê carê de me pir biêşînin û heta qira me jî bînin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)