SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hezar carî eferim gerîla!!

Bi rastî mirov li ser fedakarî û qehremaniya ku hema di van her neh-deh rojên dawiyê de gerîlayên kurd li himberî artêşa pasdarên minafiq û mehmetçîkên teres lawên teresan kirine çiqasî bibêje dîsa jî hindike!
Eferim, eha ên me wilo ne! Ên me reşikê şevê ne, mîna gur lê dixin û hiltînin! Ên me nihîtên neqeban e, kes nikare xwe di ser wan re biqevêze! Ên me bazin, tu teyr û tilûr nikere bide kêleka wan!…

Bi êrîşbaziya pasdar û mehmetçîkan a vê dawiyê ji hew bêhtir careke din derketiye hole ku di demeke nêzîk de wê li Rohilata Navîn şer û lihevhatinek çêbibe û di wî şer û wê lihevhatinê de, li ser tirkan, faris û ereban çiqasî biha rûne bila rûne, kurd divê tu cihî negrin.

Îcar heger hat û kurd bi hemû haweyî li pişt gerîla sekinîn, her tiştê xwe berdestî gerîla kirin û gerîla bi tenê nehiştin, wê gerîla di şer de bi ser bikeve û wî çaxî jî kurd di nav kom û komikên dinyayê de bibin xwedî gotin û cihê xwe ê bi rûmet bigrin. Bermeqlûbî van hemiyan, malwêranî û qirkirina kurd e, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)