SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji xwe mehmetçîk û pasdaran jî ew dixweztin!

Nêçîrvan Barzaniyê ku qenc-xerab di şexsê PKKê de ew jî mîna Celal Telebaniyê dijminê riknê kurmanciyê, her gava berê xwe daye bakurê Kurdistanê hema hema li gora dilê tirkên zalim peyiviye, bi vegera xwe a ji Tehranê terqîn bi dilê me xist. Dibe ku hînekî zûbe em a xwe a dawiyê bibêjin. Lê mixabin gotinên Nêçîr her tim demûşî hatine guhên me!

Îcar heger bicihkirina pêşmergeyan a li ser sînoran wek lêdorpêçkirina gerîlayan be, ji xwe ji roja roj de rayedarên mehmetçîk û pasdaran ew yeka han ji serekên PDKê û YNKê xweztibûn; û serekan jî bi haweyekî heşkere xwe nedabûn ber. Bi kurtî, a ku Nêçîr ji Îranê bi xwe re aniye ne tiştekî nuh e. A ne nuh naveroka hewildanê ye, û ew hewildan jî îro sibê wê zelal dibe.  Înşelleh armanca Barzanî ne dorpêçkirina gerîlayan, paraztina sînoran li dijî mehmetçîk û pasdaran be. Niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)