SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger ne ji teslîmiyeta Konseya KCKa PKKê baya!…

 Heger ne ji teslîmiyeta konseya PKKa ji girtina Ocalan û vir ve baya, rewşa doza miletê kurd jî wê ne di vê kambaxiya îro de baya û mehmetçîkên teres û pasdarên minafiq nikarîbana bi vî haweyê kesnedîtî agir bi ser serê kurd û Kurdistanê de bibarandana!

 Ji girtina serokê ku di dinyayê de ji wî tirsonektir serok peyde nebûne Ocalan û vir ve, heger her ji çendeyekî PKKê navê xwe û hevtê û hevt sûlala xwe neguherandiba û li ser navên xwe ên berê bimaya; heger birêvebirên PKKê di şexsê Ocalan de, bi haweyê ku temamê biryaran Ocalan dide, Ocalan wan bi rê ve dibe, doza kurdî danexistibana xişepişê, gerîlayên xwe ji çiyayên bakurê Kurdistanê ber bi başûrê welêt ve nekişandibana û bi tirkan, ereb û farisan re li her derê Kurdistanê, Tirkî, Sûrî, Iraq û temamê dinyayê di şer de bana; heger xwedî projeyeke Kurdistanî bana, di van 20 salên derbasbûyî de li Ewrupayê wê ji xortên kurdan bi dehan mihendizên kimyayê, fizîk û atomê derxistibana û bi qeweta van mihendizan binê çiyayên Kurdistanê tije labratowar kiribana; heger birêvebiran ji ber xwe fedî kiribana, bi tirkî bi xelkê me re nepeyiviyana û zimanê kurdî li ser her kurdî ferz kiribana; heger ji serî de mîna îro dev ji îbadeta bi tirkî a li mizgeftan ku bi xelkê didan kirin berdana û li sikakan dest bi îbadeta kurdî kiribana; heger zimanê medya xwe kiribana kurdî û temamê civîn û kongreyên xwe bi kurdî kiribana; heger di her warî de bi terz û temtêla tirkan tirk bibersivanadan, yanî di rengê heyf bi heyfê de baya, ji ber ku mêrê misilman ji vê fêhm dike; heger deng û reng û helwesta xweztekên wan di her warî de zelal bana û li ser gotina xwe bimana û hwd. wê doza miletê kurd ji îro pir li pêştir, miletê kurd xwedî yekitiyeke xurttir baya û di bin sereketiya tirkên teres de faris û ereban li kurdan teng nekiribana!

Vê Konseya revoke bêhişî û şevreşiyeke wilo bi serê kurdan de anî ku kurd êdî nema bizanibin bê doh çi xwaribûn, çi kiribûn û çi gotibûn! Aqilê kurdan kirin wek ê masî, ev kurd bêhnika berê û niha nema ji hev derdixînin! Konseyê her roj berê wan da derekê û ew hêza wan a bêhempa bi tişik miştikên pûç û valan heba kir; Konsey mîna hilqizmilqiz her ji çendeyekî xwe xist rengekî, li ser tu gotina xwe nema û gêra sitiriyan bi wan kir. Û îro jî mîna ku hîç teslîm nebûye, hîç ji rê derneketiye, hîç çewt nekiriye ji ser serê çiyayên Kurdistanê bi rêya satalîtan beşdarî festîvalan dibe û ji mêrxasiya xwe dipeyive. Heger Konsey ji girtina Ocalan û vir ve bi kurdî raba û li gora rê û rêbazên şer, serhildan û liberxwedanan tevgeriyaba, bedêla azadî û serxwebûnê jî îro li me ewqasî biha nedibû û zinar û rizdên çiyayên Kurdistanê bi topavêjên zaliman bi ser gerîlayan de nediherifîn! 

Helbet dîsa jî birêvebirên KCKa PKKê ji derb neketine û tiştê ku ew ê bikaribin bikin pir in.

Wek nimûne, birêvebir bi hêsanî dikarin zimanê kurdî di nav kurdên Tirkiyê, dinyayê û li her derê Kurdistanê serdest bikin; birêvebir di rojname û televizyonên xwe de dev ji eva ku navên kurdan li gora hevoksaziya tirkî ji Hesen re Hasan, ji Ehmed re, Ahmed, ji Bihemed re Mehmet û hwd. dibêjin berdin. Nîvê zimanê kurdî ji navdêran pêk tê û navdêrên zimanê mejî bûne tirkî. Bi zimên mirov îdentîteta xwe bi dest dixe, zimanê me bûye tirkî û bi milyonan kurd bûne tirk. Ji xwe ji ber vê asîmlasyona ku bi destê birêvebirên KCKa PKKê û BDPê wek agirê pelaxê bi kurdî ketiye tirk di a xwe de asê bûne û tiştekî bi dest kurdan ve bernadin. Li gora tirkan, heger çend salekî din jî bi vê kewaşetiya me biçe wê kurdiya heyî jî biqede û kurd hemû bibin wek dêrsimiyên demokrat.

Û heger gerîla jî mîna ÎRA û ETA berê xwe bi jêderên aboriya tirkan, kar û barên eskerî û alavên wan de vekin û wek ku mehmetçîk di kurd û Kurdistanê de dikin ew jî bi tirkan û Tirkiyê re bikin, tirk wê di ber xwe re berdin û bi kurdan re rûnin. Niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)