SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Biryareke ji hew bêhtir delal e, lê heger dîsa ne henek menek be!

Belkî ev cara duduyan e ku PKK di temamê tarîxa xwe de du biryarên tam kurdî dide. PKKê bi a ku xelkê kurd ji mizgeftên bi tirkî derxist kolanan û îbadeta bi kurdî bi wan da kirin, karekî bêhempa kir! Erê, kurd jî heta ku mîna tirkan, ereb û farisan karekterekî kurdî nedin isalama xwe û wê li gora berjewendiyên xwe bi kar neynin, wê tu carî ji bêşexsiyetiya ku tirkan,ereb û farisan bi rêya islama xwe anîne serê wan xelas nebin û nikaribin kûr û dûr bifikirin. Li himberî islama tirkî, erebî û farisî, islama kurdî ferz e!

 Û a din a ku PKK tam kurdane kiriye boykotkirina xwendegehan e! Tiştek ji eva ku kurd xendegehên tirkên teres boykot bikin mezintir tuneye. Nexewndina tirkî ji xwendina tirkî pir pir çêtir e. Pir pir çêtir e dibêjim, hema çawa be mirov kurd dimîne. Mirov winda nabe. Ew insaniyeta ku em kurd em ê bi rêya xwendegehên tirkan hîn bibin û pê re ji deng û reng û hestên xwe ên kurdî dûr bikevin, bila bimre!  Ez tifî wî ilmê xwendegeha ku me kurdan ji kurdî derdixîne dikim! Bila bi cehaleta me a kurdî be û ne bi pîçitiya me a ilmê tirkî be! Bila bi şivantiya me a kurdî û ne bi alimtiya me a tirkî be!

 Û a sisêyan ku divê PKK hema bike, avêtina nasnameyên tirkan e. Li her bajarên Kurdistanê xelk li hev bicivin û li pêş çavên temamê dinyayê nufuscuzdana ku tirkan ew hemû pê li xwe mehr kirine, bişewitînin!

Îcar heger hat û PKK li ser van kiryarên xwe ên kurdane sekinî û kurd kjî mîna ewrupiyan, tirk, ereb, faris û temamê miletên dinyayê bûn nasyonalîst, wî çaxî jî tu hêz wê nikaribe PKKê û miletê kurd bitewîne!

Eferim, bijî boykot!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)