SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Pêşketineke din e delal a birêvebirên PKKê!

Wilo xuyay ye birêvebirên KCKa PKKa ku bûbûn sembola teslîmiyetê û bi destên xwe kurd dikirin tirk, bi selewat û tekbîran be jî, piç bi piç ber bi kurdayetiyê ve diçin. Wek nimûne, ev çend meheke ku hejmareke bilind xelkê kurd li ser gotina birêvebiran dev ji misilmaniya tirkî berdane û bi kurdî misilmaniya xwe dikin…

A duduyan, birêvebiran li Kurdistanê li her gund, navçe û bajarên ku destên wan digihanê, xwendegehên tirkan bi xwendekarên kurdan dan boykot kirin.

Û a sisêyan jî lêborîna birêvebiran ku gerîlayan di kemîna polîsên tirkên teres de bi çewtî li terempêla sivîlan reşandibûn. Ev hemû karên mezinan e; ev têgihiştinên mezinahiyê ne. Eferim. Aha wilo bikin, da kiryarên gerîlayên we ên ku şerefa miletê kurd û mehmetçîkên ku bêşerefiya dewleta tirkên zalim diparêzin ji hev cihê bibin. Niha ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)