SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Pêşî wargehên eskerî, aborî û balafirgeh bombe dibin!

 Temamê miletê kurd û ewrupî baş dizanin ku PKKê heta roja îro li himberî dewleta tirkan şerekî kurdî li dar nexistiye. Gerîlayên wê ji aliyekî ve û artêşa tirkan ji aliyekî ve Kurdistan kirin qada şer û bi her haweyî kurd ji taqet xistin. Kî vê nizane?… Tirkan kî kujt û kî nekujt, çend Mûsa Enter ji nav me rakirin? Û li himberî wê wehşeta tirkan PKKê çend nivîskarên wan ên wek Taha Akyolê şêwirdarê kurdqesasan kujtin? Hîç! Kî nizane ku ji roja pêşî de PKKê jî mîna dewletê, tirkî kiriye zimanê kurdan ê sereke û fermana zimanê kurdî rakiriye? Di vî warî de mirov dikare çewtiyên PKKê pir û pir bibêje, lê mijara vê nivîsê ne ew e.

 Bi kurtî, heger bi rastî PKK dixwaze şerekî kurdî bi tirkan re bike, berî her tiştî divê berê xwe bide Tirkiyê û bi bombeyên herî mezin êrîşî wargehên eskerî, ekonomî û balafirgehan bike. Dev ji teqîna bombeyên di hindurê trên û sikakan de berde û bi rayên trên û piran dakeve.

Bi tu haweyî tu kurd eva ku PKK bi bombekirina sikakên bajarên tirkan rabûye qebûl nake! Eman man! Eha asas a ku wê PKKê ji derb bixe û tirkan xurt bike kujtina kesên li kolanan e! PKK wê bi bombekirina her tiştên ku Tirkiyê li ser pêyan dihêle xurt û xurt bibe, dewleta tirkan ji pergal de bixe û kurdan bigihîne dereke bi rûmet. Ji bîrnekin, ETA û ÎRAyê wilo kirin û bi serketin. ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)