SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Vê carê jî kirin wek artîstên di rola ”qalêşan” de!

Flîmên tirkan ên salên 1970î xweş tê bîra me nivşên wan deman. Me hemiyan Behcet Nacar, Erol Taş, Danyal Topatan, Bîlal Încî û hwd. bi rola wan a kelêşiyê baş nas dikir. Ev artist diketin rolin wilo ku gava dawî li flîman dihat ji ber rolên xwe ên solalêsiyê dibûn wek pepûkan û kî dihat tifî wan dikir û li wan dixist. Eha îcar tam wilo jî bi serê van parlamenterên BDPê de anîne!

Em ê kin lê xin, baş e çi hat guhertin ku BDPî diçin Parlamentoyê? Hîç. Baş e çima wan dişînin parlamentoyê? Wan ji bo ku hema kî di ber wan re derbas bibe tifî wan bike, sîleyekê li binguhên wan bixe û di şexsê wan de xelkê kurd pîs bikin.

Gelo kî nizane ku asas qada xebata demokratîk mitîngên bi hêl û mêl, qarewar, ax û keser û qîj û hewar in. Û kurd jî ji salên 1975an û bi taybetî jî ji girtina Ocalan û vir ve, hema hema her roj bi hezar, deh hezar û sed hezaran li kolana bêwestan daxwazên xwe dibêjin û esker û polîsên parlamentoya tirkên teres jî ha ha wan digre û dikuje. Ma ev derew e? Na. Heger bi rastî niyeteke dewleta trikan ku kurdan wek xelk û milet nas bikira hebaya, wê hema bi kêmanî bi destê pêşî re navên kurdî serbest bikira û di xwendegehan de rê li ber perwerdeya kurdî vekira.

Îcar naxwe ev çi çirtvirta parlamenterên BDPê ne? Ev parlamenter wê li himberî temamê parlamenterên tirkên ku di derbarê hertiştê kurdan de a xwe kirine yek, karibin çi bikin! Hîç!

Maf bi hêzê bi dest dikeve. Û ew hêza kurdan jî ne li Enqerê û parlamentoya tirkan, li Kurdistanê û Diyarbekirê ye.

Bi eva ku birêvebirên Konseya KCKê, bêyî ku tiştikekî bi dest bixin, hema bi kêmanî,  êrîşên tirkan ên li çarhawêrên Kurdistanê rawestînin û zixta li ser Ocalan rakin BDPiyan dişînin parlamentoyê, tirk careke din li kurdan degel kirine û doza kurd li xirêm rast kirine; birêvebiran bi vê şandinê bêhtir rê li ber girtin û kujtinê vekirine û serî li kurdan gerandine; Birêvebiran careke din dibin darê teslîmiyeta xwe de xiyanet û xwefiroşî berpêyî miletê kurd kirine, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)