SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dîsa tifa xwe alastin!

Ji wê roja ku li gora rîwayeta islamê ez jî bûbûm zilam û heta roja îro, min tu carî şexsiyet û siyaset ji hev cihê nekiriye û min negotiye ji bo ku mirov bi ser bikeve carina mirov divê derew û bêbextiyan bike û şexsiyeta xwe bide nav lingan. Li gora min, mirov bi şexsiyeta xwe heye û bi şexsiyeta xwe a tebût bi ser dikeve. Siyaseta herî bi ser ketî bi şexsiyeta payebilind ve girêdayîye. Li tu derên dinyayê pirsgirêkên neteweyî û civakî bi destên bêşexsiyetiyê safî nebûne. Îcar tam di vir de gelo ne bêşexsiyetiyeke mezin ku mirov wek kurd biçe li parlamentoya tirkan bi sûnda tirkan rabe ser xwe û bibêje:

”… li pêşberî temamê miletê tirk ez li ser namûs û şerefa xwe sûnd dixwim ku ez ê girêdayî rê û rêbazên Ataturk bimînim û miletê tirkan û welatê wan biparêzim…”

Û navê vê solalêsî û tifalêsiya xwe jî kirine siyaset. ”..Ev siyaset e heval, serê te piçûk e di hinera meseleyê de nagihê…” Rast e, siyaset e, lêbelê siyaseta bêşexsiyetiyê ye. Wilo yanî: dema mirov li gora sûndê tevgeriya û sadiqê sûndê ma, wek kurd mirov bêşexsiyet dibe, ji ber ku mirov ji bo selameta tirkan û welatê wan xebitiye bêşexsiyet dibe; û gava mirov sadiqê sûndê nema û wek kurd tevgeriya, wî çaxî jî mirov bêşexsiyet dibe, ji ber ku mirov derew û bêbextî bi tirkan re kiriye bêşexsiyet dibe. Û li tu welatan jî tu kesî bi rêya bêşexsiyetiyê sênga gewr û boz nedîtiye. Ji xwe ji ber wê siyaseta me a bêşexsiyete ku tirk ewqasî li xelkê me degel bûne, pîr û kal û zarok, em hemû bi carekê ve dane ber xwe û wehşeteke kesnedîtî bi serê me hemiyan de tînin! Li bajarekî wek Diyarbekirê di newrozan de milyonek kurd derdikeve meydanan û bi ser zilma tirkan de diqêrin, û tirk jî wan hemiyan wek milyonek mirîşk dibînin! Ev hemû ji ber bêşexsiyetiya siyaseta me ye.

Vê carê jî dibêjin ”em ne KCKî ne!”

Bi rastî mirov nema zane çi ji endamên Konseya KCKê û serkêşên BDPa ku bi her haweyî bûne dûkêş re bibêje! Di van çend rojên dawiyê de masmedya KCKa PKKê bêyî ku heta doh jî şaredar, birêvebirên BDPê û hema hema kurdên temamê bakurê welêt wek alîgir, destgir, piştgir, bergir,sergir û bingirên PKKê û KCKê li qolik dixist û dida ber devê tirkan, îro jî wey li wê masmedyayê ku bibêje yek ji wan jî ne KCKî ye. Gelo ên me çima dîsa bi vê tifalêsiyê rabûne? Qey siyasetê dikin ji ber hindê ye….!

Bi kurtî, heta ku pêşî birêvebirên KCKa PKKê û peydûkên wan li Kurdistan û Tirkiyê û li her derê dinyayê nebêjin em kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e û ji xwe dest bi her tiştê kurdî nekin wê tirk wan di tu karî de cidî nebînin û tu hesabên cidî ji wan nekin. Heger bi rastî birêvebirên KCKê dixwazin van girtinên dawî û êrîşên bi ser xelkê de rawestînin, pêşî ji ewa ku heta doh bû jî temamê şaredar û endam-mendanên BDPê wek alîgirên KCKê bi nav dikirin neyên xwarê û bihêlin ku her kurd li kolanan xwe wek alîgirên KCKê bidin xuyakirin. Û çend babelîskan jî li Tirkiyê rakin. Lo bavo lo, ku dibêje şexsiyet, kurdayetî û filan û bêvan, her kes dizane bê çi dike. Timayî, îhale, bono, sened, îcar, deman, meqam û hwd. rê li ber şexsiyetê, kurdayetî û heta mirovahiyê jî girtîye. Nalet li siyaseta bi fisekiya wilo bê û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)