SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ka qaşo ”êzîdî kurdên resen”bûn?

Konferansa kurdayetiya di bin banê êzîdiyê de ku bi destûra serekên PDKê wê di pazdehê vê mehê de li Şingalê li dar ketibaya, mixabin ji bal serekan ve, bê vir de û wir de, hema ji nişkê ve di roja dawiyê de hate betalkirin. Heta vir temam, lêbelê a ku dihêle mirov kirasê xwe biçirîne û xwas bide nav sitiriyan, êrîşbaziya çekdar û polîsên PDKê ye! Ew çawa demokrasî, yan jî çawa edeba kurdî bû! Him hûn ê destûrê bidin konferansa wan û him jî hûn ê bi haweyekî dijminanê berê çekdar û polîsên xwe bi beşdarên ku ji herçar aliyên Kurdistan û dinyayê hatibûn vekin, wan bidiqdiqînin û hinekan ji wan binçav bikin!!

Mesele çibû?

We wilo kir, yanî we rê da wan; û dû re jî we wisa kir, yanî we her tişt da nav lingan! Gelo nebe ji ber ku konferans li hesabê fermandarên pasdar, mehmetçîk û elşîiyan nehatibe û ên me jî bi vê xwepiçûkiyê rabûbin?

Erê, bi vê konferansê careke din hatiya xuya kirin ku heta serkêşên PDKê û YNKê ji ev ên îro bin, êzîdiyan li dera han bihêlin, wê tu kurdên ji perçeyên din jî nikaribin lingên xwe li başûrê welêt radin.

Ka qaşo ”êzîdî kurdên resen”bûn?

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)