SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Sipas gerîla!!

Di tarîxa PKKê de, li gora min, ev cara sisê yan jî çaran e ku birêvebiriya PKKê bi haweyekî kurdî û ewqasî jî insanî,  derbê li mehmetçîkên teres lawên teresan dixîne! De here ha, ên me wilo ne, mîna gur lêdixin û hiltînin!…

Bi vê mirovperweriya ku gerîlayan şevêdin li herêma Botanê li himberî mehmetçîkan pêk anî, bi kujtina sed mehmetçîkî û ewqas jî birîndar, careke din xuya bû ku heger birêvebirên KCKa PKKê bixwazin dikarin sed û bavekî ji dewleta tirkan û mehmetçîkên wan re çêbikin. Lê çênakin, nakin ji ber ku ne xwedî ruhekî kurdî î tebût in. Xetên wan ên sor tune ne, ger hebin jî ew xet çilvirî ne. Di siyasetê de gava xetên mirov ên sor hebin, wî çaxî jî mirov wê di siyaseta xwe de mîna Konseya KCKê ewqasî çewtiyên beloq neke, nebe hilqizmilqiz û li gora rewşa rojane xwe neguherîne.

Şer temam, ma ku li Kurdistanê vê carê jî bi hemû haweyî çerxa dewleta tirkên zalim bisekine!

Pevçûn! Xwîn b i xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)