SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk bi gavên mezin ber bi ”demokrasî û aşitiyê” ve diçin!!

Tirkên ku di şexsê sereketiya PDKê û YNKê de desthilatdariya başûrê Kurdistanê, bi qeweta mal û milkan, şirket û zirt û pirtan û piraniya birêvebirên rêxistin û saziyên bakurê Kurdistanê û ronakbîrên wan jî, bi tiştikên wek ”îhaleyan” û çend qurûşkên bi rêya TRT6ê kişandine ba xwe û wek êgir, kurdperweran li dera han bihêlin, kurdên ku hema bi kêrî kabekî tê jî dane ber xwe û ha ha wan dişewitînin. Û ên me jî mîna ku tiliya AKPa ku zir hêzeke dewletê ye di vê şewatê de tuneye, AKPê destek dikin!

Li Tirkiyê saziyên polîsan yekser bi hikûmetê ve girêdayî ne; AKP hikûmet e û polîsên hikûmetê jî êgir li kurdan dibarînin û ên me jî bêyî ku ruyê wan ji dê, keç û jinên ku polîsên AKPê li her der kuç û kolanên Kurdistanê heşkere heşkere dikişin ser wan bişewite, dane ber zilma bayê AKPê û ji ber kîn û buxza xwe a bi PKKê re, doza miletê xwe avêtine nav lingên barbaran! Nabînin ku xelkê kurd, zorî daye xwefiroşiya serekên PKKê,  di saziyên wê de hêdî bi hêdî ên ji xwe bi cih dike û dewlet jî li himberî wê yeka han rabûye ser tapanan.

Erê, li Tirkiyê wê demokrasî pêk bê, lê heta ku kurd ji holê rabin wê pêk bê. Tirk bi miletî heta ku kurdek jî li ser lingan be, wê nebin demokrat, insan û tiştên wilo. Û ewrupî û emerîkî jî doza ku divê hinekî bibin insan li wan dikin û kurd jî ji her hêlê ve li ser lingan e. Aha ji ber van hemiyan e ku di van demên dawiyê de tirkan, dîsa li Kurdistanê sêl sincirandine û mîna gur û wawîk û kûçikan xwe di vî û wî de ha ha werdikin.Ji bîr nekin, tirkan bi sûnda qesemê sûnd xwarine ku ew ê tu carî bi xêr û xweşî mehra xwe ji ser Kurdistanê ranekin û kurdan ji xwe bernedin. Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove

One Response to “Tirk bi gavên mezin ber bi ”demokrasî û aşitiyê” ve diçin!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)