SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hûn alî me nakin li me jî nexin!!

Birêvebiriya YNKê û bi taybetî jî a PDKa ku ji zû de xelkê me ê başûrê welêt, temamê miletê kurd, bi dehan dewletên dinyayê û heta gelek serokhêzên dewletên ereb û ên Iraqê jî li ser, daxwaza damezrandina dewleteke kurdî li wan kiriye û wan jî ji tirsa rayedarên tirkan û berjewendiyên xwe ên bi dewleta tirkan re qîma xwe bi bindestiyê aniye û carcarê wek bawşînka tirk û farisên zalim li ba dibin, di vê dewra me a man û nemanê de hema ji bo çendeyekî be jî, bi tenê hew destên xwe ji ên fermandarên mehmetçîk û pasdaran bikişînin û li mala xwe rûnin, li fêda kurd û Kurdistanê û wan bi xwe ye jî.

Birêvebirên YNKê û PDKê êdî divê dev ji van xap û xîpên ku bi miletê kurd re dikin û dibêjin:

statuyeke me e nav dewletî çêbûye û li gora heq û hiqûqên nav dewletî mafê tirk û farisan e êrîşî gerîlayên ku ji nav axa me êrîşê dibin ser mehmetçîk û pasdaran”û hwd.

Derew e, derewan dikin. Bi haweyekî fermî tu statuyeke wan a nav dewletî qebûl nebûye; him bûbe jî wek perçeyekî dewleta Iraqê bûye. Û gerîla jî li gora hiqûqê nav dewletî di nav axa Iraqê de ye. Îcar çima ew ne dewleta Iraqê, lê xwe berpirsyar dibînin û zimanê tirk û farisan li xwe dirêj dikin? Bi rastî heger ên me li başûrê welêt bûbana xwedî dewletek bi navê Kurdistanê, helbet wî çaxî jî ne ji mafê gerîla bû ku di wan deran de bi cîh bûba û êrîşî vê û wê dewletê kiribaya. Ka pêşî bibin dewlet, û heger wî çaxî gerîla xwe ji wir venekişand, em her kes bi we re û em ê bi her haweyî biajon ser gerîla. Lêbelê çi dewlet û çi hal! Erê wir Kurdistan e, ew Kurdistan hîn jî bindest e û welatê gerîla ye.

Hahoo! ew çawa ûjdan, insaniyet, gelparêzî û kurdparêzî ye ku tirkên li her derê dinyayê li himberî kurdan rabûne ser tapanan, bi tenq û top û balafiran bêwestan êgir li Kurdistanê dibarînin, bi hezaran kesên ku ava kurdî di wan de digere girtine û ha ha digirin, li sikakan kurdan diricimînin û wek gur û wawîkan xwe di wan de werdikin, û desthilatdariya me a kurdên başûrê welêt jî di sefê wan barbaran de cih bigire, ha!…

Ji bîr nekin, apoyî û gerîla çi dibin bila bibin, ew kurd û kurdên ku bi neyaran re li dijî kurdên ger herî bêşeref, bênamûs, zalim bin jî tifaqê bikin xiyanetê dikin. Û heta tifaqa bi neyaran re a li himberî kûçik û berazên kurdan jî xiyanet e. Kûçik be, beraz be, ê me ye; em kurd em ê bajon ser, ewqas!

Nûçe

Şirove

One Response to “Hûn alî me nakin li me jî nexin!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)