SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gelo ji bo çi gerîla Sam7 bi kar nayîne?

Ji wê roja ku misilmanên terîqeta Fethulah Gulen bi navê AKPê bûn şirîkê desthilatdariya dewletê û  bi taybetî jî piştî ku di hilbijartinên vê dawiyê de bi hemû hayewî dewlet zeft kirin, ji aliyekî ve destê xwe di ser serê hin siyasetger û ronakbîrên me ên tirsonek, qure û pivikî re birin û anîn û bi rêya tiştik miştikên wek TRT6 çend qurûş xistin bêrîkan wan û ji aliyê din ve jî hema hema her roj kurdên ku av di wan de digeriya girtin û kujtin, û bi ser de jî çiya û zozanekî Kurdistanê nema ku bi tenq û top û balafirên xwe bombe nekirin, pir heşkere xuya bûbû ku di tûrikê wan de li xêra kurdan ji xezebê pê ve tiştek tunebû, tuneye.

Îcar asas a ku dixwazim ji birêvebirên Konseya KCKa PKKê re bibêjim, di tu deman de wek di van çend mehên dawiyê de ku tirk bi miletî rabûne ser tapanan û bi hemû haweyî û li her derê êgir li gerîla û xelkê kurd dibarînin, di tu deman de bi vê ecêbê wilo nebûne û nekirine! Û her çi birêvebirên Konseya KCKê ne jî asas şerê ku diva bû bi tirkan re kiribana nekirine û hîn jî nakin. Wek nimûne, di destê birêvebiran de Sam7 ji zû de hene, tunebin jî di 24 seetan de dikarin peyde bikin, û bi yek tûşê re 9, 10 helîkopteran bixînin. Vê yekê çima nakin gelo? Li gora min, nakin ji ber ku ne di destê xwe de  ne, nakin; nahêlin bikin. Îcar heta ku halê me ev be, yanî em hema piçikekî be jî ne di destê xwe de bin, wê misilmanên minafiq û mehmetçîkên wan ên teres lawên teresan hîn pir ecêban bi serê xelkê me û reşika çavên wan gerîla de bînin, pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedîxwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya bi xweda û şeytan ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn!Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Eha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)