SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hema hema temamê misilmanên dinyayê li himberî kurdan wek wî wilo bêbav in!

Hîn ji wê roja ku kurd bi devê şûr bûne misilman û bi tofana ku Selahedînê Eyubî bi serê kurdan anî re, yanî islam ji destê ewrupiyan xelas kir, di bin qerpalê xwe ê erebî de zembereka zemên bi qudreta kurd ji zilma ereb re bada û li Rohilata Navîn çerxa tarîxê di xwîna kurd de gerand, hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdan ketiye û mala me kurdan hemiyan viritîye!..

Ew gotina ku bav û kalan  gotiye, ji min keto û bi min hilketo eha eva ku islam di serê kurdan de dike bi xwe ye! Heger ne ji wî Selaheddînê ku berê tarîxa dinyayê guherand baya, helbet wê osmaniyan jî nikarîbana çimekî dinyayê zeft kiribana, ermenî, asûrî, êzîdî balkanî û herwekî din di xwînê de arastibana, ereb zêdeyî 200 milyonekî nebana û şeref û namûsa kurdan bi vê ecêba kesnedîtî neketiba nav lingên Fethullahê misilmanên tirkên teres!

Û hîn jî ên me bi dû qûna islama erebî, tirkî û farisî de ne! Dibê de were û kirasê xwe neçirîne! Bahwer bikin ji ber ku, li gora rîwayetên islamê,  ez ê jî bi mehmetçîkên wek Fethullah Gulen re biçim bihuştê, min dev ji islamê berdaye. Ez ji ber xwe fedî dikim bi wan re li bihuştê rûnim, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)