SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Karê pêşiyê hema hema her tim di dawiyê de kirine!!

Gotineke bav û bapîran heye dibêjin, ”heta ku serê me kurdan neşike hişê me nayê serê me!”Îcar kurdên îro, û bi taybetî jî birêvebirên KCKa PKKê, BDPê û ên di wê guherê de dilivin, serşikandina wan li dera han bihêlin, tirkan, ereb û farisan serê wan bi lêdanê kirine felqe felqe û deverekî wan î paqij nehiştine ku ne lewitandine û hîn jî bi ser hêşê xwe ve ne hatine. Wilo çilo ye nebêjin, hema ji xwe re li tarîxa aqilê ên me binerin, hûn ê bibînin bê em çi ecêb in!

Ji wê roja ku PKK hatiye damezrandin û heta roja îro, birêvebiriya PKKê hema hema her tim a ku pêşî diva bû kiribaya di dawiyê de kiriye! Wek nimûne, PKKê diva bû mîna ku li Hîlwan û Sêwrekê kir bi axayên kurdan re şerê çekdarî ne kiriba! Lêbelê kir. Û pir jî xerab kir! Ji aliyekî ve him gelek endamên xwe ên hêja wek Xelîl Çavgun û ji aliyê din ve jî ewqas kurdên mêrxas di wan şerên xerabe de dan kujtin. Îcar piştî wêqas xwînrijandinê, rojek tê, bi haweyê ne bi mino û ne bi teyo bi axeyan re dike!

Nimûneyeke din, birêvebiriya PKKê ji roja roj de di pratîkê de zimanê kurdî qedexe kiriye. Birêvebiran her tim zimanê kurdî wek zimanê sikakê dîtine û kar û barên xwe bi tirkî meşandine. Ma derew e qey! Îcar rojek tê, dibînin ku heger zimanê kurdî bi kar neynin wê bi ziman re kurd jî biqedin û ew jî wek mitirbên bê ribab, yan jî komutanên bê esker bi tena serê xwe bimînin û her tişt têk biçe.

Bi gotinê mû bi zimanê min ve şîn hat, heger bi rastî birêvebirên PKKê û BDPê dixwazin kurd li her derê zimanê xwe bi kar bînin û tirk jî wî zimanî qebûl bikin, ew pêşî divê bi kurdî bipeyivin; ew pêşî divê xwe li her derê KCKî-PKKî bidin xuya kirin da tirk nikaribin tu kesî bigrin, qanûnên xwe ên faşîzane biguherin û KCKê wek rêxistineke legal qebûl bikin. Di warê kurdî û doza kurdî de birêvebir divê pêşî bi temamê reng û dengê kurdî derkevin pêşberî xelkê xwe û raya giştî a dinyayê, da tirk jî doza wan qebûl bikin. Pirsgirêka herî kwîr di me bi xwe de ye. Me xwe bi xwe ber xwe xerab kiriye; me xwe bi xwe qedexe li ser xwe daniye. Hema carekê li e va xwedîderketina termên gerîla binerin û li tiroviriya qanûnên tirkan bifikirin. Ma dîsa ne ev qanûnên wan ên îro bûn ku lêxwedîderketina termên gerîla sûcekî mezin dinirxand! Kurdan ji ber zilma mehmetçîkên tirkên teres zarokên xwe bi dizî binax dikirin. Lêbelê îro bi deh hezaran di bin darbestên zarokên xwe de dimeşin, naletê li dewletê tînin û dewlet jî nikare tiştekî bi wan bike. Erê, heger ji serî de dema ku sersemyanên dewletê serokên şaredarên kurdan wek endamên KCKê li qelemê dan û dest bi girtina wan kirin, wî çaxî jî heger kurdên alîgirê KCKê, bi navê KCKê derketibana holê û mitîngên mezin li dar xistibana, min bi xwe ev gotina niha gelek caran got, îro bi vê ecêba kesnedîtî ev girtin û kujtin wê nebaya.

Bi kurtî, aqilê birêvebirên KCKa PKKê, hema hema her gavê, heta ku qurûşek li me kurdan nekirine sed qurûş û em qereqûşkî li erdê nexistine, nehatiye serê wan û bi a asas ku diva bû rabana ranebûne. Îcar bi derengî mabe jî, dîsa mala wan ava, wek a ku îbadeta kurdî ji mizgeftên dewletê derxistin kolanan, bi palûta ku ez jî KCKî me, karekî delal kirine. Lê asas karê delal ku her kes êdî ji guherandina nav û paşnavê xwe ên bi tirkî dest bi tekoşîna kurdî bikin û di her warî de bi kurdî bidin û bistînin, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)