SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Faşîst” be jî tiştekî baş kir!

Kî çi kirasî lê dike bila lê bike, kî çi fesalê didêyê bila bidêyê, kî çi solê têxe lingan bila têxêyê serokwezîrê tirkên zalim Receb Teyiberdogan, li ser navê dewletê, bi qebûlkirina qetilama Dêrsimê karekî baş kiriye. Helbet di bin wî kevirê hildayî de pir kevirên giran hene ku serokwezîr pê li serê xelkê me bide, lêbelê tu kevir bi qasî wî kevirê ku tirkan li Dêrsimê pê serê xelkê me pelixandiye, wê ewqasî giran neyê! Bêguman, serokwezîr li berjewendiyên partiya xwe û Tirkiyê fikiriye û bi wî karî rabûye. Lê determinizm tiştekî wilo ye mîna Hîtlerê ku bi otobanên şer rabûbû, dikarin bibin damarên welatan û xwîna Ewrupa û heta xwîna  temamê dinyayê di wan re biherike…

Serokwezîr Erdogan bi qebûlkirina qetilama Dersimê rê li ber qebûlkirina temamê qetilamên kurdan, ermenî û asîrûriyan vekiriye. Û ew yeka han jî bi dewletî tê wateya qebûlkirina zilm û zor û hêsîriya li ser miletê kurd. Ev hevîr dikare pir avê bikişîne ku kebanî xweş kebanî be. Divê mirov wilo lê binere. Divê rexekî zimanê mirov hinekî jî ber bi çêkirinê de be. Nabe ku mirov hema li gora hastên xwe li bûyeran binere, bi vir de û wir de bikişkişîne û her tevgera serokwezîr bi ”faşîzaniyê” ve girêbide. Serokwezîr bi vekirina TRT6ê helbet li berjewendiyê partiya xwe û Tirkiyê fikiriye û vekiriye. Lê di heman demê de jî TRT6 di destê kurdan de bû wek labûtekî û di tevna dozgeran de hat bi karanîn. Baş bû ku TRT6 vebû. Lê helbet kurdên mîna Şivan Perwer û hin ronakbîrên me ên xuyayî diva bû beşdarî kar û barên wê nebana. Ew tiştekî din e…

Di dawiyê de ezê bibêjim, xwezîka BDPê û PKKê paleya ku serokwezîrê tirkan li Dêrsimê daye ber xwe û dixwaze pê de biçe, hinekî bişêkirandana, da serokwezîr tam xwe lê berda! Lê çi fêde, ên me li ku û siyaseta hûr û kûr û dûr li ku!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)