SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew mabû ew jî girtin!

Birêvebirên AKPa ku ji tirkên herî bêbav pêk tên, di dawiyê de Mehmûd Alinakê ku di nav BDPê de kurdê herî welatperwer û xwedî şexsiyeteke payebilind bû jî girtin; girtin lê di girtina wî û heta a temamê BDPiyan de rola Konseya KCKa ku ji girtina Ocalan û vir ve doza miletê kurd daxist xişepişê,xelkê kurd bi gotinkên pûç û vala çêrand û xiyanet bi doza kurd û Kurdistanê re kir, mezin e!..

Ên ku ji girtina Ocalan û vir ve bi dewleta mehmetçîkan re di dan û stendinê de bûn û bi hêviyên Ezîz Belayê Mêrdînî bi kurdan re dikirin, kurd dixapandin serkêşên Konseyê bi xwe bûn. Wan çi kir û got xelkê jî ew sediqand û kir. Wan bi dehan ên wek Sebrî Ok şandin eskeriya tirkan û ji xortan re gotin hûn jî herin. Wan got em û tirkên teres birayên hev in û kurd ber bi tirkan de ajotin û bi her haweyî tirk li kurdan degel kirin. Wan li Kurdistanê eyba li ser zimanê tirkî rakir. Li ba kurdan pir eyb bû ku kurd bi tirkî bipeyivyana. Di derbarê bêbextiya ku serekên KCKê bi kurdan û doza wan re kirine, mirov dikare gelekî bibêje, lê çi fêde, em hemû şevreşkî bûne û bêserî xwe di vir û wir de ha ha werdikin. Êdî gotin nema fêde dike.

 Bi kurtî, heger serekên Konseyê hîn jî hinekî ji kurdan fedî nekin û bi haweyê tirkî çend carekî xwe di tirkan de wernekin, wê tirk di wextekî nêzîk de vê carê jî dest bi kujtinan bikin. Erê, li ba qûnşilan pêşî fis, dû re tir û dû re jî a din tê û li ba qûnziwayan jî tir berî fisê tê. Û dijminên me jî hemû qûnşil in, Îcar heger wilo bimeşe ji kesî ji me re nexêr e,  ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)