SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dixwazin Iraqê bikin sê perçe lê ên me nahêlin!!

Zeman şanî me da ku heger birêvebiriya PDKê û YNKê bi berjewendiyên xwe ên şexsî, malbatî û herêmî daneketibana û neteweyî tevgeriyabana, li başûrê welêt heger heta niha dewleteke kurdî nehatiba damezrandin jî, di nav dinyayê de bi kêmanî wê niha xwedî statuyeke dewletîbana û li her derê Kurdistanê kurd wilo jar û hejar û pepûk nejiyabana.

PDK û YNKa ku li başûrê welêt bûbûn desthilatdar, desthilatdarî imkan û imkan jî ji hêza leşgerî, pere, dost û alîgiran pêk dihat û ew hemû jî ji hew bêhtir li ba wan civiyabû, kurd û Kurdistan negihandin qonaxên bi rûmet. Hema hema hemû jî bi bayê dewlemendiyê sûrikîn, girtin, kujtin, ferman û qirkirina ku biserê xelkê kurd de hatibû, di ber devgakên tirk û farisan de ji bîr kirin û tîrêjên ronahiya ku di ezmanê başûrê Kurdistanê de li temamê welêt belav bûbû tefandin. Birêvebirên PDKê û YNKê sûcdar in. Helbet di rojekê de wê ev hesabê mezin ji wan bê stendin.

Îcar birêvebirên me ên ku li dijî dewleteke kurdî sekinîn û bi rêya terora tirkan emerîkî li Iraqê têk birin niha li çi digerin?

Niha jî lê digerin ku emerîkî bi planên xwe ên perçekirina Îraqê ranebin.

Planên emerîkiyan ê dawî ku heger li Iraqê bi ser neketibana, di dawiyê de wê eskerên xwe ji Iraqê vekişandana, di her warî de qirîz mezin kiribana û Iraq bikirana sê perçe. Û niha jî dest bi wî planî bûye.

Bi kurtî, ji ber ku tirk wê nikaribin rê li ber perçekirina Iraqê bigrin, îcar tirk wê bixwazin ku ji ereebên sinî û kurdan dewletek pêk bê û bi vî haweyê xwe ên ”keko” û ”bira” heta koka kurdên bakurê welêt bînin bimeşînin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)