SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di dawiyê de ev bêbav jî bi emirê Xwedê mir!!

Bi dû nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Îlhan Selçûk de, Hasan Mutlucanê ku di nav tirkan de wek mirovê herî kemalîzt, artêşparêz û mehmetçîkperwer dihat nas kirin, di 85 saliya xwe de doh li Stenbolê mir…

Mutlucan dengbêjê zilma mehmetçîkan a van 40 saliyê dawiyê bû. Polîsan di êşkencexaneyan de li ber stranên wî ên ku li ser mezinahî û qehremaniya tirkan û mehmetçîkên wan bû bi xelkê êşkence dikirin.

Tirk û kurd di sibeha duwazdehê îlona sala 1980î de bi dengê muzîka wî a ku mehmetçîk dibirin ber perên ezmên ji xewê şiyar bûbûn! Mutlucan wekî din jî wek nîşana Zilma cûnta duwazdehê îlonê dihat nas kirin.

Li zindana Diyarbekirê bênavbir, tam sê salan êşkenceyeke bi haweyê tirkî li girtiyan bûbû. Û di temamê wan êşkenceyan de jî dengê vî teres lawê teresan Hasan Mutlucan ji hoperlorên ku di hindurê qawîşan û li ser banên zindanê bi cihbûbûn qut ne dibû!

Howeh howeh li vê ecêba ku ne bi aqilek û ne jî bêaqilek ji me kurdan derneket, derbek li Sebîha Gokçe û Hasan Mutlucan nedan û ew herdu zir zalim bi emrê Xwedê mirin.

Îcar a herî malxerab ku Kenan Evren jî ha îro, ha sibehê bi emirê Xwedê bimire!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)