SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Sedema vê hêrza wan hemû jî ji ber ku serekên KCKê piçekî li xwe werqilîne!

Sedema vê hêrza wan hemû jî ji ber ku serekên KCKê hinekî li xwe werqilîne û hinekî ji destê wan derketine!

Em ê kin lê bixin, wek tê zanîn, bi girtina Ocalan re piştî ku generalan bi serekên PKKê re di ber ser sax û samaniya Ocalan de, bi haweyê ku bi tenê 500 gerîlayekî xwe li bakurê welêt bihêlin, li Ocalan guhdarî bikin, û wî çi got wê bikin û hwd. li hev kirin, gajopij li temamê kurdan ket û doza kurd li xişxişê sekinî.

Îcar piştî ku AKPê di hilbijartinên vê dawiyê de parlamento zeft kir, general têk birîn û desthilatdariya dewletê hema hema hemû bi destxist, helbet diva bû vê carê jî Ocalanê ku bûbû peyayê generalan bikira peyayê xwe û bi rêya wî hikim li Konseya PKKa ku Ocalan navê wê kiribû KCK bikira. Û wilo jî kir. Lê bi ser neket; bi ser neket ji ber ku pir bi lez û bez berê xwe da endamên Konseyê, çend tiştên ku diva bû di dawiyê de ji wan bixwezta di pêşiyê de ji wan xwezt. Yanî doza ku endam ya hemû xwe teslîm bikin, yan hemû dev ji çekên xwe berdin û yan jî bi hêza xwe ve teslîmî PDKê bûbana kir. Bi wî haweyê ku AKPê dixwezt, dawî li PKKê dihat; û dawîlêhatina PKKê jî berî her kesî li hesabê ingilîz û emerîkiyan ne dihat.

Bi kurtî, asas sedema vê dîn û harbûna şerê ku çend meheke di bin sereketiya AKPê de dewleta tirk bi gerîlayan û xelkê kurd re dike, hemû jî ji ber ku Konseya KCKê hinekî ji destê dewletê derketiye. Û ew yeka han jî tiştekî pir delal e.

Îcar wilo ye xuşk û birano. Yanî doza me kurdan dozeke wilo dijwar û bêinsaf e ku hema ji nişkê ve carina dikare mirîşkan bike qertel, qertelan bike mirîşk, kurdperweran bike cehş, cehşan bike kurdperwer û Aysel Tugluka kemalîzta ku digot;

”Kurtarıcı motif, tarihsel imge Mustafa Kemal ve onun tarihsel eylemselliğinin büyüklüğü kendisini gösterdi ve gösterecek. O bir mucizedir, ölümsüzdür. Uluslaşmada temel direktir. Türk halkının ortak bilincinde Sevr ve büyük kurtarıcı imgesi çok güçlü bir enerjiyle ortaya çıkmaya başladı. Yaşanılanın ne kadar gerçekçi ne kadar hezeyan (paranoya) boyutunda olduğu tartışılıyor,” jî bike birêvebireke doza kurd û me hemiyan xayin li qelemê bide!

Erê, endamên Konseya KCKê di van deh salên dawiyê de her çiqasî xiyanet bi kurdan re kiribin û doza wan daxistibin xişxişê jî, bi saya zilma, vê carê jî tirkên misilman, îro ji mecbûrî dibin kurd û kurdayetiyê dikin. Û em jî divê vê li berxwedana wan destek bikin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)