SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Lê dixebitin ku vê wehşeta xwe a vê carê jî têxin stuyê ”ajan”ên xwe ên di nav KCKê de!

Wek tê zanîn, birîvebirên dewleta tirkên zalim bi dû bombebaranê de duwazdeh seetekî bêdeng man. Çima? Bêdeng man, ji bo ku her tişt bi zanatî hatibû kirin; bêdeng man.da ku li gora herk û rengvedana wehşetê bersiveke bi aqilan bikeve, bide kurdan û raya giştî. Rayedar dixapînin!…

Rayedaran bi qetilama gundiyên Roboskiyê stratejiya xwe a ku herêma Botanê jî mîna çiyayê Qendîlê ji gundiyan vala bikin heşkere kirine û mixabin serekên BDPê û heta temamê sazî û rêxistinên bakurê welêt ew yeka han hîn jî xweşik fêhm ne kirine. Rayedarên ku dibînin Iraq her tim dikare bibe sê perçe, kurd bibin dewlet û yan jî tiştekî wek dewletê, û heger ji vî alî de li herêma Botanê û seranserê “sînorên”bakur û başûrên welêt nebin hakim, wê çend ajankên wan ên di nav KCKê de jî ji dest wan herin, birêvebiriya KCKê xwerû bibe kurd, gerîla bibe bazê herêmê, bakur û başûr bibe yek û desthilatdariyeke xurt e kurd li başûrê welêt derkeve pêşberî dinyayê.

Erê, asas sedema qetilama kurdan a vê dawiyê hemû jî wek ku me got, rayedarên tirkan bi vê qetilamê prova stratejiya xwe a ku dixwazin herêma Botanê ji gundiyan vala bikin kirine; û heger di vê daxwaza xwe de bi ser nekevin jî, bi êrîşên li vir û wir, bi kêmanî her gundî di gundê xwe de hîsîbîsî bibe, kurd bi ser doza xwe de vêl û bi telkî tevbigerin, lingên gerîlayan têkevin zikê wan û desthilatdariyeke bi hêz li başûrê welêt çênebe, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)