SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ha ji we re ha!

Ha ji we re ha, ew bi xwe dibêjin me dev ji şoreşgeriyê berdaye û em bûne bazirgan; ew bi xwe dibêjin ku wan li ser mal û milkên dinyayê kurd û kurdayetiya xwe winda kiriye!…

Îcar gelo piştî vê beyana Edhem Barzanî, xwediyê malperên wek Nefelê, Netkurd, Avestakurd, Rizgarî û hwd. ku her tim bala kurdperweran ji ser çirava barzaniyên ku heta bi qirikê ketibûnê belav dikirin wê çi xweliyê li serê wê şelafiyafiya xwe bikin?

 Edhem Barzanî  di malpera Peymanerê de beyaneke ku ji ku hatine ku weşandiye.

Barzanî wilo dibêje:

“Em berê şoreşger bûn… û di nav xelkê xwe de bûn. Û bîr û baweriyên me di ser her tiştî re bûn; lê piştî ku em bi bazirganiyê daketin em ji rastiya xwe bi dûr ketin…”

Erê, ew rastiye ku heger barzanî û telebanî bi erkên kurdayetiya  xwe rabana, barzanî û telebaniyên ku di binpêkirina zilma Seddêm de emerîkî, ewrupî û temamê kurdan dabûn dû xwe, xwediyên hêzên pêşmergeyên ku bi teknîka çekên di destê artêşên ewrupiyan de çikçikîbûn, xwediyê milyar milyar û heta trilyon dolaran bûn, wê ala Kurdistanê jî îro bi ser banên Yekitiya Miletan de li ba bûba û miletê kurd di bin sersemyaniya barzaniyan de bi rûmet jiyaba! Howeh howeh! Di van deh salên dawiyê de, di bin desthilatdariya barzanî û telebaniyan de, me kurdan gelek neqebên serxwebûn û azadiyê bi destxistibûn. Û ew neqeb hemû jî yek bi yek di bin lingên wan de herifîn! Barzanî û telebanî sûcdar in. Helbet di rojekê de wê miletê kurd vî hesabî ji wan jî bistîne, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)