SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Helwesta wî a vê carê tam kurd û kurdistanî ye!

Meshûd Barzaniyê ku bi rastî jî ji serî de xwedî helwesteke kurd û kurdurdistanî bû û ji bal derdora xwe ve her ku bi vir de hat ji wê helwestê bi dûr ket û herêmî fikirî, bi xwevekişîna eskerên emerîkî ên li Iraqê re hema bi carekê ve ku krîza desthilatdariyê ji hew bêhtir rû da, xuya ye dîsa hatiya ser wê derba kurd û kurdistaniya xwe a berê.

Ez bahwer dikim Barzanî êdî baş fêhm kiriye ku di destpêka şer de heger serekên PDKê kurdistanî fikirîbana, hema bi kêmanî, hêzên xwe bi ên telebaniyan re kiribana yek, ji Kerkûk û Mûsilê pêşmergeyên xwe venekişandibana û xwe ewqasî bi dest tirkan ve bernedaban, îro jî li himberî ereban, tirk û farisan di hemû warî de wê xurttir bana.

Bi kurtî, kî çi dibêje bila bibêje, êdî iraq wê bibe sê perçe. Û heta belkî çar perçe jî. Lê ne sê,  çar, xwezî bûba 1104 perçe. Ji bîr nekin, ne bi tenê dewleta Iraqê, a Îran, Tirkî û Sûriyê jî çiqasî perçe bibin ewqasî li fêda kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber wêqasê ger dema kafirên herî mezin jî bi van dewletran re şer kirin, em kurd bê lam û cîm divê destekê bidin wan. Tu kafir bi qasî a ku misilmanên tirkan, ereb û farisan di kurdan de kiriye wê tu carî nikaribin bikin!

 

Erê, her kurd bêyî ku li tu hesabî bifikire, bi hemû haweyên xwe divê destekê bidin Meshûd Barzaniyê ku îro li başûrê welêt bi dengekî bilind doza serxwebûna Kurdistanê dike, niha ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)