SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew pêşî divê rêzê ji biryara xwe re bigirin û pê rabin!

Wek ku tê zanîn, çend roj berê şeş rêxistinên kurdên ku hema hema hemû bi hemû tiştên xwe ve bûne wek hev, bi haweyê ku di demekê de Ocalan û Burkay jî dixwezt bikin û tu carî ji tirkan û zimanê wan dûr nesekinîn, li Diyarbekirê li hev civiyan û bi yekdevî biryara ku rayedarên dewleta tirkên teres van daxwazkên wan qebûl bikin dan. Daxwazkên wan ev in:

  1. Divê ziman û nasnameya kurdî bê      parastin û bê naskirin.
  2. 2.Divê mafê rêxistinî yê kurdan      li gorî pîvanên gerdûnî bê parastin. Divê kurd karibin bi navê kurd û Kurdistanê      xwe bi rêxistin bikin û komeleyên xwe ava bikin. Divê ev nav bê      mîsogerkirin.
  3. 3.Divê kurdî bibe zimanê fermî      û kurd zimanê dayîkê di her qada jiyanê de serbest bikar bînin.
  4. 4.Divê gelê kurd li ser      erdnîgariya Kurdistanê karibin xwe bi xwe bi rêve bibin.

Wilo xuya ye ku bi rastî jî li fêda kurdan wê tiştekî xêrê ji birêvebirên KCKa PKKê dernekeve. Birêvebirên ku bi saya serê bi deh hezaran kujtiyên PKKê, bi milyonan kurdan dane dû wan, ji girtina Ocalan û vir ve li pêşberî doza miletê kurd bûne şivanştexîlok û bi tiştik miştikên pûç û vala bala kurdan bi vir de û wir de dikişînin, bi civîna van şeş rêxistinên xwe ên bi bedil û qerewat, vê carê jî xweztine çendeyekî bala kurdan ber bi a ku hema her tim gotine û tu carî jî pê ranebûne bikişînin.

Endamên Konseya KCKê bûne bela serê miletê kurd. Ew Konseye ku ji her kesî bêhtir ew bi tirkî dipeyive; ew Konsey bû ku heta niha hiştiye birêvebirên BDPê, alîgir û endamên saziyên wan Kurdistanê bi navê Tirkiye bi lêv bikin; ew Konsey bû ku di mitîngan de tu carî nehişt kurd rahêjin sûretê Şêx Seîd, Seyid Riza, Qadî Bihemed, Mistefa Barzanî û ala kurdî û hwd. da kurd bibin neteweyî.

Konseya KCKê û temamê birêvebirên KCKê baş pê dizanin ku heger ne bi devê tivngê be wê tirk tu carî neyên rayê, Ê naxwe îcar ev çi reva ji ber tirkan e? Konseya KCKê û temamê birêvebirên KCKê baş baş pê dizanin ku dema ew li her derê welêt û Tirkiyê navê Kurdistanê bi kar bînin, wê tirk jî hêdî bi hêdî wî navî mîna navê ”kurd” û ”sayin Ocalan” û hwd. qebûl bikin. Ji xwe li ba tirkan her tiştê me qedexe ye. Di qanûnên tirkan de bi navê kurd û kurdî her tişt sûce. Û me jî daye dû wan qanûnan û xwe bi carekê ve di sûcan de hiştiye!  Wilo çilo ye, wilo quzelqurte!

Bi kurtî, heger bi rastî hûn bixwazin di dikanên xwe de goştê ker û berazan bifroşin misilmanan, hûn bi xwe pêşî divê goştê ker û berêz bixwin, da miştirêyên we ên misilman bibînin ku bi rastî Xwedê tiştekî xerab bi mirov nake. Û heta Xwedê mirov wek ewrupiyan bêhtir xurt jî dike, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)