SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dema mirov zeman xewşik bi kar neanî wî çaxî jî wê wek apoyiyan bi serê mirov de bê!

Ji girtina Ocalanê ku di demekê de bi çavên imperetoran li xwe dinerî, bi qedir û qîmetê dost û heval û hogirên xwe nizanîbû, bi zimanê sikakê hema hema bi her kesî re dipeyivî û ketûber her kes dida ber xwe, Konseya KCKa Ocalan ji Ocalan jî xerabtir zeman bi kar anî!

Dinya her tim ne sahî, ne hewr, ne baran û ne ro bû û çerxa felekê jî geh li jêr û geh li jor bû. Lê zembereka wê çerxê jî bi destê xwedayan dizîvirî!…

 

Erê, heger ji serî de endamên Konseya ku bi Konseya mehmetçîkan re bi haweyê em li vir û hûn li wir û bila wilo bi çirt û virt û zirt û pirt biçe, xwedî xetên sor bana, wê doza kurdan jî îro di qonaxeke bilind de baya. Û wê ne ev agirê ku tirk ji erd û ezmên de bi ser serê me hemiyan de dibarînin bi vê ecêba kesnedîtî hebaya; û ne jî dewleta frensî ji bo fêda bazirganiya xwe, edalet, heq û hiqûq û insaniyeta xwe di ber girtina televizyonkekê de, yanî televizyonka ”RojTV” de wilo heşkere heşkere li ber çavên temamê dinyayê ne difirot tirkan!

 

Îcar wilo ye, devê tivinga kê zirav be zozan ê wî ye! Edalet û heq û hiqûq, hinera devê tivinga min û têhna hindurê bêrîka min e!

Bi eva ku hikûmeta frensî televizyona apoyiyan dagirtin, careke din xuya bûye ku fesala qama edaleta ewrupiyan pere difesilîne. Peran bidin ewrupiyan û we jê tune, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)