SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK dihêle ku ew bê qanê!

Bi rastî carina mirov qed nikare di aqilê vê Konseya Ocalanê ku tirkan bi zorê ew jî mina Aysel Tuglukê kirine kurd bigihê! Wilo xuya ye ku piraniya serekên KCKa PKKê hîn jî di gelek tiştan de nestewiyane û ji aqilê xwe bêhtir bi a hesten xwe dikin. Heger ku di siyasetê de bi rastî jî qert bûbana, hema bi kêmanî wê bi Kemal Burkayê ku xwe daye bin konê AKPê û di bin sîha wê de civînên bi kurdî û tirkî li dar dixîne daneketibana…

Kemal Burkay ji wê roja ku hevalên xwe li pişt xwe hiştin, li Ewrupayê bi cih bû û navê reva xwe di biwara pevçûn û liberxwedana kurdayetiyê de bir û anî, teslîm bûbû. Her kesî dizanî bû ku Burkay ne 30 salî, 100 salê din jî ji ewrupayê li tirkan qêriyaba wê kurdek bi tenê jî azad ne kiribaya. Îcar piştî ku temenê wî digihê 80î û bi ser de jî bi raya çend faşîstên AKPê diçe Tirkiyê, wê kurdan azad bike hi!!

Bi kurtî, birêvebirên PKKê divê ji bîr nekin ku her çi qasî rayedarên dewleta tirkan Burkay bi sebeba ku wî li himberî kurdan bi kar bînin kişandibin Tirkiyê jî, ger ew ji Burkay nepeyivin wê dengê Burkay ji oda ku lê dipeyive û pê ve dernekeve.

Erê, mirov pevçûna kurdayetiyê ne bi ên wek Burkayê ku dijmin bi gul û beybûnan wan himbêz dikin, bi kurdên wek Mêhdî Zana ku wek mirov nafikirin û dijmin jî bi bombe û saroxan diajon ser wan re dike, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)