SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Şerafedîn divê lêborîna xwe ji kurdên bi rûmet bixwaze!

Şerafedîn Elçiyê ku ji roja Abdullah Ocalan hatiye naskirin û PKK bi rêxistinî derketiye holê û heta ku Ocalan û PKKiyan ew wek parlamenter neşandine Enqerê, ji Selîm Çurukkaya jî bêhtir li dijî Ocalan û PKKê bû û bi zarê ku wan bi kar dianî bi wan re dipeyivî, xuya ye ya xurifî ye û yan jî di dema ku êş û jana kanserê bi carekê ve daye hinavên wî van gotinên xerabe dibêje:

“Dema ez li ên ku PKKê ew kujtine dinerim, hemû jî ji kesên pîber û xayin pevketîne. PKK bi ên li himberên xwe daneketiye.

Şimdi ben PKK’nin öldürdüğü Kürtleri izliyorum.
Hepsi itirafçı olup ihanet edenlerdir. Kendi dışından ona muhalefet edenlere PKK dokunmuyor”

 

Ev çi dibêje! Vî nan bi guhê xwe xwariye! Gelo dengê wî diçe wî bê çi dibêje!

 

Hey hewar, wê birêvebiriya Ocalanê destbixwîn kîjan kurdê bi şeref û namûs nema ku nekujt û bi dinyayê de neteriqand! Di nav PKKê de bi dehan melayiketên wek Orhan Aydin û Dîlawer, bi dehan zanayên wek Resûl, Şener û Enwer Ata hebûn û hemû jî bi fermana xwefiroşê herî mezin Ocalan hatin kujtin. Di nav PKKê de çawa ku nihît hebûn, wilo jî zixurk hebûn, û wî Ocalanê ku li ba wî ji zimanê kurdî bêqîmettir tiştek tunebû bi wan zixurkan ew zir nihît hemû gindirandin! Û Elçiyê ku îro jî lingekî wî li der û yek li gorê, wan nihîtên neqeban bi serhildana wan a li dijî asas kurdfiroşê mezin Ocalan û şebekeya wî bi xiyanetê tawanbar dike! Wilo çilo ye! Wilo durûtiya herî mezin e! Nalet li siyaseta wilo be û hew!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)