SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Aha ev jê kêm mabû!

Keça Zekî Adsizê ku Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê “Anilar Belgeler” de peyvên wek ”provakator, macaraci, hizip, lumpen” (bi kurdî peyva lumpen, barûte, zigurd e) û herwekî din ji bo wî bi kar anîbûn û ji zarê siyasetgeran bêhtir bi zarê eskeran daweriqandibûyê Şervana abûkat, lê dixebite wî derxe mehkemeyeke ewrupî.

Li gora Şervan xanimê mirovê ku aqilê xwe nexwaribe nikare van gotinan ji devê hevalbendekî xwe î mirî bibêje:

“Lumpen bir geçmişi vardi. Şiddetten aşiri derecede hoşlaniyordu. Sohbetlerimiz sirasinda daha 17,18 yaşindaiken nasil bir adam oldurmek için parkta bekleyip biçagi karnina soktugunu ve adamin karninda saga sola çevirdigini, zevkle ve tekrar tekrar anlatmişti…” rûpel 264

Di kultura kurdan de jî tiştekî pir eyb e ku mirov di dan û stendin û wensa hevaltiyê de gotinên hevalê xwe ên xefî bide der. Gelo Burkay hesabê kes û kûsên ku Zekî kêr di hinavên wî de badabû jî bên kêran di zikê zarokên Zekî de babidin, kiribû ku van gotinên di nav xwe, endamên partiyê û Zekî de ji xelkê re dibêje? Ecêb e!

Li gora aqilê malpera me jî, heger ev kitêba birêz Burkay bêxwendin, ne bi tenê Şervana avukat, wê gelek kes lê bixebitin ku berê cenabê wî bidin mehkemê û der merên din!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)