SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ka qaşo AKPa misilman navên kurdî serbest kiribûn û bi ser de jî wê zir otonomî dabaya kurdan!

Divê mirov pêşî ji misilmanên tirk û ereb re bibêje ku hîn ji wextê Mûsa. Îsa û heta ku digihê pêxemberê wan jî, navê hesp, qantir, deve, ker, tajî û kûçikan û heta navên pisîkan jî hebû. Û pêxemberan jî ewqas heywan bi navên wan zikir dikirin! Îcar gelo ev misilmanên tirk û ereb me kurdan wek çi mexlûqî dibînin ku heta bi navên me ên kurdî jî qedexe kirine!!

Erê, gelo we dizanîbû ku navê min Alî Hasan Huseyîn Mûhemmed Nayif Kut bû? Û gava ez hatim Swêdî karê min ê pêşî ku ez bi navê erebî û tirkî tiştekî li ser xwe nehêlim rabûm û min bi haweyekî fermî navê xwe kir Laleş Qaso!! Ê ne hûn nizanin bê ez çiqasî xwe serbilind û bi şeref dibînim ku dema kurd ne bi navê min ê Alî Hasan Huseyin Mûhemmed Nayif Kut, bi navê Laleş Qaso bang min dikin!!

 

Ha, gelo we bihîst ku dadgeha tirkên misilmanên a li Diyarbekirê, doh na pêr na pitnapêr biryara ku herçi cih û navendên bi navên kurdî ên li Diyarbekirê û navçeyên wê wek lewhe saz bûbûn û bi haweyê ku ji her kesî xuya dikirin bi dîwaran ve hatibûn daliqandin bên xwarê û di hinduran de bi cih bibin, sitendiye?

Îcar di van rojê bê de, wê ev sûravk dîsa bi ser serê Cegerxwînê me ê ku digot, ger Kurdistan bibe bihuşt jî wê dîsa têra beg û axayan ker bimînin de, biherike!

 

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Mirovperestî û welatperweriya herî mezin di bombekirina Tirkiyê û kujtina mehmetçîkan de ye, ewqas!

Nûçe

Şirove

One Response to “Ka qaşo AKPa misilman navên kurdî serbest kiribûn û bi ser de jî wê zir otonomî dabaya kurdan!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)