SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger di vê carê de jî hûn wek nahtorê rezê xwe tevbigerin!

Li Rohilata Navîn, di van çend salên dawiyê de, zemanê ku mîna çemekî bi hêl û mêl diherikî, dar û berên wek Mistefa Barzanî û Qasimlo dabûn ber xwe û qirş û qelaşên wek Seddam, Qeddafî û hwd. diavêtin qiraxan, careke din berê xwe bi barzaniyan vekiriye, şeq û çîq û sêng û berên Kurdistana ku qaşo jina min û we û me hemiyan bû, di hêwana cenetulmawa misilmên de daye ber bayê felekê û bi şeref û namûsa merê kurd re dibeşişe!..

 

Îcar heger di vê carê de jî barzanî têkevin çewtiyên ku di şerê li himberî Seddêm de diva bû hêzên xwe bi ên telebaniyan re kiribana yek û xwelî li serê xwe kirin û nekirin yek, li vî alî Musil û li aliyê din jî Kerkûkê xistibana destê xwe, nexistin destê xwe û bi mala xwe re mala miletê kurd jî viritandin, li Binxetê jî bi hemû haweyî, û heşkere heşkere li pişt kurdan nesekinin, wê ev firseta tarîxî ji dest me derkeve û di dawiyê de pêşî ji kurdên başûrê welêt û dû re jî ji temamê kurdan re xerab bizîvire. Ji bîr nekin, tirk û ereb û faris misilman in; û li ba wan û heta hema hema temamê misilmanên dinyayê destavêtina şeref û namûsa kurdan û hertiştên bi navên kurdî xêr û sewabeke mezin e. ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)