SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mehkemeyê her gotineke wî e kurdî bi 22 rojan ceze kir!

Mehkemeya tirkên ku qîma xwe bi navên tajî, pisîk û kûçikan ên bi tirkî aniye û li himberî navên bi kurdî jî xwînê bi xwe ve dibîne, Mehmûd Alinakê kurdperwer ji 22 gotinên ku bi kurdî kiribûn bi 5 mehan ceze kir. Ji roja ku dewleta tirkan ava bûye û hetanî roja îro kesî nedîtiye û ne jî bihîztiye ku mehkemeya wan tajî û kûçikek li ser navên wan ên bi tirkî ceze kirine. Lêbelê eynî mehkeme her roj jin û mêrên kurdan bi sebeba ku navên zarokên xwe kirine Werqîl, Qelşo, Êrdo û hwd. bi salan ceze dike!

Di 20ê temûza sala 2007an de Mehmûd Alinak li Qersê di xwepêşandanekê de piştî ku bi van çend peyvên kurdî dest bi xeberdana xwe kiribû: ”Birayên min, xwîşkên min, hûn bixêr hatin, hûn di ser seran û  ser çavan re hatin. Bijî azadî!” û hema pê re jî 33 deqîqeyan bi tirkî peyivîbû, mehkemeyê ew ji bo çend gotinên wî ên bi kurdî bi şertê ku 6 mehan têkeve girtîgehê ceze kir.

Îcar wilo ye, li cihê dema ku bi qasî serê derziyê insaniyet nema be û gotin bûbe devê xweşkêş û devziran û mirov jî hîn mîna DTPê û temamê rêxistin û saziyên kurdên bakurê welêt karibe bide dû qûna insaniyeta tirkan, wê halê me jî her ev kepazetî be û tirk me bi qasî tajî, pisîk û kûçikan jî nehesibînin!

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)