SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji ber ku êdî tiştekî em ji hev re bibêjim nemaye ez her tim “tiştekî” dibêjim!!

Hin xwendevanên min bi haweyekî kubar xwe ji min zivêr dikin ku çima min dev ji nerîn û şirûvekirinên xwe ên di derbarê bûyer, serketin û binketinên li Kurdistanê, Tirkiyê û dinyayê de berdane û serê gotinê û binê gotinê hema dibêjim ji “şer pevçûn!…”

Rast e, ji bilî lîteretora şer û pevçûnê min dev ji hemû lîteretoran berdaye; min dev jê berdaye ji ber ku ev du sed salek e kurd bi rêya aşitî û biratiyê daxwaza azadiya xwe dikin, û tirk û ereban jî piştî wêqas berger û lavlavka kurdan dema ku hîn navên wan ên kurdî qebûl nekiribin, îcar wê çawa bi van rêyên xerabe tiştik miştikên wek otonomiyê bidin kurdan!!

Carekê hema ji xwe re li vî şerê ku du meheke gerîlayan xwe danênê û serî li mehmetçîkên teres lawên teresan gerandine binerin, bê çi agir ketiye canê parlamenterên tirkan, ronakbîr û xelkê wan ên xwînrij. Bîst û çar seetên wan hew maye li ser ku ka em çi bikin ji kurdan, em çi bidin kurdan? û hwd.

Erê, kurd êdî divê tu carî ji bîr nekin ku tirk, ereb û faris wê bi berger, lavlavk û yabo qurbano qirşikekî bê çiye bi dest kurdan ve bernedin. Zemên ev pir çanîme da!

Çov ji çov vedigere! Dîn dîn dibîne debûzê xwe vedişêre! Devê tivingakê zirav be zozan ê wî ye! Tu xêr, tu mirovahî, tu aşitî û biratî ji felsefa misilmanên ku çarjinan dixin bin mêrekî de dernakeve û hew!

Pevçûn!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)