SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Daxwaza perwerdeya zimên ne karê girtiyan, karê gerîlaye!

Di demeke ku Rohilata Navîn û Kurdistan bi carekê ve dikele, gerîla li vir û wir mehmetçîkên dewleta tirkên teres ditevizîne, li bakurê welêt hinekî cih li artêşa tirkan teng kiriye û ha ha şer dike, ne wextê grêvabirçîbûnê bû. Û na heger wextê wê jî baya, sedî sed diva bû ne bi van daxwazan baya!

 

Li gora min, ên ku bi van daxwazan biryara grêvabirçîbûnê dane bi dostayî derbeke mezin li kurdperwerên ku wê mezinahî li PKKa sibehê kiribana dane. Ji her kesî bêhtir birêvebirên Konseya KCKê dizanîbûn ku daxwaza perwerdeya zimanê miletekî, ne bi êş û qolincên birçîbûna girtiyan, bi devê tivinga gerîla dibû. Daxwaza perwerdeya zimanê ku bi sed salane miletek li ser talan û tajan dibe, ne karê çen sed girtî, yan jî çend sed hezar girtiyî, karê miletekî ye; û zemên jî her tim şanî me daye ku heger ne bi devê tivingê û bombeyên herî mezin be wê kurd tu carî nikaribin di wî karî de bi ser bikevin.

 

Kê mala xwe xerab kir, û ew biryara ku îro bi sedan kurdperwerên tekoşer û birêvebirên doza miletê me a sibehê kirin nîv insan, dan!

 

Bimre bêbextî! Bimre xiyanet! Nalet li wilo be û hew!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)