SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mercên desteka bi girtiyan re ev in!!

Wek ku min ji roja roj de jî gotibû, di vê dema ku KCKa PKKê bi hemû haweyên xwe êrîşî ser mehmetçîkên tirkên misilman dikir  û li vir û wir cendekan wan li erdê radixist, pêwîstî bi grêvabirçîbûnê tunebû. Grêvabirçîbûnê her çiqasî karekî insanî be jî, gava cendekên mirov li erdê bin, insanetî nayê bîra mirov. Li aliyekî him em ê mehmetçîkan bikujin û li aliyê din jî emê ji bavê mehmtçîkan rehmê bixwazin. Wilo çilo ye? Wilo kes nizane bê mirov çidike!…

Bi kurtî, îcar bi rastî heger birêvebirên BDPa ku zarokên xwe dişînin xwendegehên tirkan û bi hevalên xwe ên girtî doza xwendegehên kurdî li tirkan dikin dixwazin destekeke cidî bidin girtiyan, yek,  pêşî divê herkes li her derê Kurdistanê, li kolan û meydanan li hev bicivin û nasnameya xwe a bi tirkî biavêjin. Dudu, kesek zarokên xw eneşînin xwendegehan. Sisê, kes neçe eskeriyê. Çar karmend neçin kar. Eha bi van çend kiryaran wê çerxa dewletê li Kurdistanê raweste û birêvebirên dewlet wek kûçikan li cihê xwe rûnin û guh li daxwazên girtiyen bikin, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)