SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Îro serok e û sibehê jî parlamenter e!

Texmîneke û dibêjim….

Kemal Burkayê ku Evdilah Ocalan, vê carê jî di sala 1994an de gazî wî kir û ew jî bê mefer ji Stockholmê bi yektûşê çû Şamê ber lingên wî, bi seroketiya xwe a HAPARê daye xuyakirin ku bi taktîkên Şerafedîn Elçî rabûye û ew jî mîna Elçî bi rêya vê seroketiyê dixwaze xwe bigihîne apoyiyan; bi cambaziyên demokrasiya ket û berket û serketî, li ser navê BDPê bibe parlamenter û bi haweyê Elçî asas wek xwediyê Ocalan ê herî peritî derkeve pêşberî me hemiyan. Ne tiştekî ecêb e, ne ecêb e dibêjim ji ber ku gava Burkay ji Şamê vegeriya Stockholmê, di cihê cih de hema civînek li dar xist û Ocalan û şerê wî ê çekdarî parast.

Birahîm Guclu jî çûbû. Lê Ocalan tiştek nedabû wî.

 

Îcar heger ez vê pirsa ku ez bersiva wê jî ji her kesî bêhtir dizanim nebêjim û derbas bibim wê qed bi min nekeve!Wilo:

Gelo Burkay û hevalên xwe çima Mêhdî Sarikayayê ku dîn û îmana xwe ji Burkay nas dikir wek berendam derxistin pêşberî Burkay, û bi tenê hew rayek danê? Waweylê!…

Yanî niha eva we jî siyaset bû ha! Mirov hevalê xwe ewqasî piçûk nake. Xwedê aqil bide siyaseta we û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)