SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çend rojekî jî guh bidêrin!

Di vê dema ku bi hezaran kurdên jar û hejar ketine grêvabirçîbûnê û bi sedan girtî li ber mirinê ne, divê gerîla jî hinekî bayê şerê xwe daxînin û hata ku ji dest wan bê ji kujtina mehmetçîkên teres lawên teresan birevin!..

 

Bi vê girêva ku li gora min diva bû bi vî haweyî nebaya, dengê belengaziya miletê kurd gihaye her derê dinyayê. Vî dengê kurdên ku islamê hêsîrî wek pişka ezel li eniya miletê me daye,  tirk di nav dinyayê de pir piçûk xistiye, lê ku tirk fêhm bikin!

 

Bi kurtî, li berxwedana ku bi navê di bin sereketiya girtiyan de li dar ketiye û kurd jî bi hemû haweyî li pişt sekinîne, ji şerê gerîla ên di van rojan de pir pir bi hêztir û tesîrtir e! Kujtina mehmetçîkên zarokên misilmanên zalim a di van rojan de dibe sebebê dirêjbûna girêva ku hema hema gihaye dawiya xwe. Ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)