SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Grêv li himberî PKKiyên kurdperwer pêk hatibû!

Bi grêva ku qaşo di bin sereketiya girtiyan de pêk hatibû, gava mirov bi guhên xwe nan nexwaribe, careke din heşkere bû bê zend û bendên rayedarên mehmetçîkan ên dirêjî nav birêvebiriya KCKa PKKê dibûn çiqasî bi hêz in…

Ku em a dawî bibêjin, bi kurt û kurmancî, gava mirov li şert û mercên dema destpêka grêvabirçîbûnê, li daxwazan, û li dûmahûka grêvê ku bi xwe re anî hûr û kûr nerî, mirov wê tam bibîne ku grêv li himberî kurdperwerên girtî, berdayî û doza kurdî pêk hatiye.

Yek, bi wê grêva ku bi teslîmiyetê qediya, bedena bi sedan kurdperwerên ku wê mezinahî li KCKa PKKê kiribana xerimî û deng û rengê wan ên siyasî çilmisî. Û ji aliyê din ve jî ji ber ku grêv bûbû malê kurdan, û hema wilo ne bi mino û ne bi teyo jî grêv qediya, her tişt bû wek karê henekpêkirinê, kurd li ber xwe ketin. Mirov dikare van xalên binketî zêde bike, lê pêwîst nake. Dîsa dibêjim, ên ku biryara grêvabirçîbûnê dan û grêv bi wê kambaxiyê qedandin, dijminên PKKa ku dibû kurdperwer û doza miletê kurd bûn, ewqas!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)