SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Vê carê jî ”amade ye” ku PKKê perçe bike!!

Rayedarên dewleta  tirkên ku deh-pazdeh  sale dev ji siyaseta xwe a “kurd tunebûn” berdabûn û li aliyê din jî bêwestan  li qirkirina kurdan  digeriyan û vê carê jî dest bi siyaseta “ kurd hene” û bi qirkirina kurdan rabûbûn, di van demên dawiyê de, di asasê xwe de hemiyan bi miletî a xwe kirine yek û bi haweyê Ezîz Belayê mêrdînî berê xwe dane PKKê, heger hat û bi ser bikevin, yanî gerîla ji çek bikin, wî çaxî jî min bi me hemiyan ve!..

Rayedarên tirkên ku Ocalan kirin serê PKKê û bi rêya Ocalan çiyayên wek Dîlawer, Şener, Orhan Aydin û bi dehan ên wek wan gindirandin, û di dawiyê de Ocalan hinekî ji dest xwe revandin û bi girtina wî dîsa kirin ew ê xwe ê berê,  vê carê jî bi rêya Ocalan heşkere heşkere dixwazin birêvebirên PKKê , BDPê û her kurdê ku av di wan de digere berdin pêxêla hev, bi milyonanan kurdên ku bi dû PKKê de bûne agir û pola ji PKKê sar bikin û hema bi dû de jî qira gerîla bînin! Rayedaran ev pêxwasiya  han di sala ku Ocalan teslîm girtin de kirin. Bi rêya Ocalan gerîla ji bakurê welêt derxistin û di wê navê re jî zêdeyî  hezar gerîlayî kujtin. Lê piştî ku PKK dîsa ser bi xwe ve hat, vê carê jî  di sala 2004an de bi rêya barzaniyan xweztin gerîla ji ber hev bixin; û bi rastî jî di wê konebaziya xwe de hinekî  bi ser ketin. Li dor 40-50 gerîlayên bijarte wek Nizametîn Taş ji ref kirin. Ev ji bo PKKê derbeke mezin bû!

Û niha jî ew rayedar, di vê dema ku PKK û miletê kurd bûye yek perçe, PKK li herçar beşê welêt bûye hêza herî mezin û devê her kesî dikare biçirîne, li Rohilata Navîn bi rêya PKKê wê kurd bên qanê û bibin xwediyê xwe û tiştekî, dîsa hewara xwe digihînin Ocalan; da gerîlayan ji ber hev bixînin û bi jenosîteke mezin çira miletê kurd vemirînin!

Herkes êdî divê baş bizanibe: Ev li derdora çar salan e ku Konseya PKKê bi hemû haweyî  ketiye şûna Ocalan. Di hindurê van çar salên derbasbûyî de her çiqasî Ocalan wek qûçekê xuya kiribe jî li pişt wê qûçê wek şkêreke mezin Konsey sekinîbû. Konseyê heta çar sal berê jî fêhm nekiribû ku bi girtina Ocalan re êdî PKK ne  bi Ocalan, Ocalan bi PKKê heye. Bi zarekî din, yanî ne serek û qedroyên PKKê bi Ocalan, Ocalan bi wan heye. Têkçûna wan têkçûna Ocalan û temamê kurdan e. Îcar ez qed bahwer nakim ku endamên Konseya KCKa PKKê bi a BDPiyên bi sebeba  ku Ocalan wan bide ber zirt û pêstûriyan çûbûn Imraliyê bikin. Sazkirina qanûna bingehîn bêyî imzeya BDPiyan nabe. Imzeya wan ji tirkan re ji hew bêhtir girîngtir e! Rayedaran ji bo ku Ocalan ji BDPiyên ku qîma xwe bi temamê bêbaviya wan anîne, ji her kesî bêhtir deqarû dipeyivin û doza miletê kurd ji qeweta xwe jî bêhtir diparêzin re bibêje hûn zimanê xwe pir dirêj dikin, hûn zêde zêde bi karê dewletê daketine, di pevgirêdana qanûna bingehîn de li gora  piraniyê bifikirin û hwd. Ehmed û Alya xanim rêyî Imraliyê kirine. Ji sedî sed mesele ev e!

Bi rastî ev tirk me kurdan û bi giştî jî PKKiyan wek çi mexlûqî dibînin! Li aliyekî wê şaredar, parlamenter, rojnameger, hiqûqûnas, karsaz û herwekî din ên kurdan bigrin, li kolanan bazdin ser keç û jinên kurdan û li vir û wir wan bidin ber derbên kêran, dar û daristanan bişewitînin, deşt û çiyayên Kurdistanê bombe bikin û mehmetçîkên xwe ên teres ha ha li her derê welêt bi cih bikin û li aliyê din jî wê bi Ocalan re ji aşitiyê bipeyivin! Wilo çilo ye! Wilo wek ku mirov ên me tajî, pisîk û ker bibîne!

Bê çi xweş e, rakirina heremoliya ku ji salekê bêhtir li ser Ocalan danîbûn, berdana  şaredar, parlamentar û bi hezaran endamên BDPa ku girtibûn wek şert û mercên çareseriya doza kurdî bi haweyê sereke derdixînin pêş me, û dibêjin ha ji were êdî hûn  ji me çi dixwazin, hûn kulibîne!…

PKK divê çi bike?

PKK bi rêz û tertîp divê tam li tirkan binere û bi her haweyî ew jî wek wan tevbigere. Yanî li aliyekî xwe bi çekên herî mezin rapêçe, ji tirkan bêhtir sêrdar be û porê xwe li ser aşitî, biratî û misilmaniyê kur bike û li aliyê din jî heta ku jê bê a herî pîs û xerab di tirkan de bike! Ji bîr nekin, ji tirkan re çiqasî pîs û xerab bizîvire,  wê ji kurdan re jî ewqasî baş û qenc bizîvire, ewqas.

Laleş Qaso

lales56@hotmail.com

Nûçe

Şirove

One Response to “Vê carê jî ”amade ye” ku PKKê perçe bike!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)