SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew jî bûn qurbana ”mesajên” alîgirên Ocalan û rayedarên AKPê!

Hîn ji serî de xuya dikir ku wê ew kosetiya rayedarên AKPê û berkosetiya alîgirên Ocalan ên di nav PKKê de, di serê hin tekoşerên PKKê de biteqiya. Erê teqiya,lê pir pîs teqiya!!

Kujtina Fîdanê derbeke mezin bû, û li dilê me hemiyan da! Fîdanê kurdeke di ser xwe re bû, jîr û zana û bi cesaret bû… Teres lawên teresan bi kujtina Fîdana ku wek şêrekê li pişt doza kurdan sekinîbû û di nav dîplomasiya Ewrupa û dinyayê de bi gavên mezin dimeşiya, kezeba kurdperweran herijandin!

 

Û kujtina Sakîna ku hinekî dev ji çepitiya berdabû, bûbû kurd û ji wê roja ku li Bekayê di civînên bi navê ”Diyarbakir zindan dirînîşî” de li dijî çavsoriyên Ocalan sekinîbû û hema di cih de jî teslîm bûbû, û tu carî nav wê û Ocalanê ku niha jî bûye pîberê rayedarên AKPê xweş nebû û xweş nebû, windahiyek bû ji bo PKKa ku beşekî wê ketiye destê kurdperweran!

 

Bimre zilma rayedarên tirkan û kurdfiroşên hevalkuj!

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)