SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Biryargirên grêvê kî bin qesasên wan jî ew in!

Di dawiyê de tiştê ku me texmîn dikir derket. Derket, lê hîn jî xuya nebûye bê ka bi destê kîjan PKKa di nav PKKê de ew qetilam bûye. Îcar heger hûn ji min bipirsin, qesasên wan li meydanê ne. Hema wilo, bê vir de û wir de bi çavgirtînkê karim bêbêjim, kujtina hersê kurdperweran dewama biryara grêva birçîbûna ku li himberî kurdperwerên girtî pêk hatibû ye. Ew grêv bi hemû haweyî li himberî bi sedan kadroyên ku wê mezinahiyeke bi kurdî li PKKê kiribana pêk hatibû. Bi wê grêva ku bi pîskirin, pûçkirin û xerimandina hinavên girtiyan qediyabû, ji dewleta tirkan pê ve kesî qezenc ne kiribû. Û… di qetilama hersê PKKiyan de jî dîsa wan qezenc kiriye.

Sawciyê frensî bi qasî ku Konseya KCKa PKKê nebêje vit, delîlê qetilamê raxistine berçavan. Erê, di vê carê de jî çawa ku Bihemed Şener û bi dehan PKKiyên wek wî serbilind li ser daxwaza serokê PKKa di nav PKKê de hatibûn kujtin, Sakîne, Leyla û Fîdanê jî bi destê serekên PKKa di nav PKKê de hatin kujtin. Hatin kujtin, û ji kîsê xwe jî çûn. Di derbarê kujtina wan de tu kes wê nikaribe Konseya KCKa PKKê tawanbar bike, kî çi qasî ji dil û can a rast bibêje jî wê nabe tiştek û zimanê Konseyê hîn dirêjtir bike. Konsey bi hêsanî kare bibêje ku qesasê hatiye girtin kontûr gerîlayekî tirkan bû û me pê nizanîbû. Û ew yeka han jî ma ne ji xwe pir normal e. Ji wê roja ku qesas bûbû endamê rêxistinê, me dabû dû da em ji esl û feslê wî tam fêhm bikin, lê mixabin di dewra ku me eslê wî derxistibû û me nêzîkayî li feslê wî kiribû, zîrek derket û qetilama xwe pêk anî.

Bi kurtî, ji ber ku tirkên teres ewqasî zikê kurdan êşandine, û kurd ji sedî sed di wê bahweriyê de ne ku heger hat û tirkan PKK ji holê rakir, vê carê jî wê zikê wan biçilvirînin, PKK çiqasî xiyanetê bike û kurdên herî bi şeref bikuje jî wê kurd xwe ji PKKê nexeyidînin. Him xwe bixeyidînin jî, wê dîsa têra PKKa ku karibe devê me hemiyan biçirînin bimînin û hew!

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)