SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serekên KCKê û BDPê xwe ji tirkan re girêdan!

Serekên BDPê û KCKê bi eva ku pîber û hevalkujê bi nav û deng birêz Ocalan li Parlamentoya Ewrupayê derxistin pêş û ew wek ”îradeya” xwe li qelemê dan, bi yek gotinê dest û lingên xwe ji tirkan re girêdan. Girêdan dibêjim,ji ber ku herçi Ocaln e ne mirovê liberxwedanê û zikêşê doza miletê kurd e ku li himberî dost û neyaran serê birêvebirên me û me hemiyan bilind bike. Ocalan kî xurt be û zanibe zirtan lê bike li wir e. Doh li ba generalên kemalîstên faşîst bû û îro jî li ba generalên misilmanên faşîst e. Ma we çi zû ew hevdîtinên Ocalan ên bi ebûkatan re ku Mistefa Kemal dibir ber perên ezmanan ji bîra kir!

  Doza kurd li dera han bihêlin, ez bahwer dikim ku heger Erdogan û hevalbendên xwe rê bidana Ocalan,  wê vî Ocalanî ew mitirbiya ku doh ji Atatirk re dikir, ji van misilmanên minafiq re jî kiribaya. Bindestî xerab e, teslîmiyetî ji bindestiyê xerabtir e û tirsonekî jî a herî xerab e. Tiştek bi qasî bindestiyê ku dikare mirov pîs bike tuneye.  Û Ocalan jî di vê rewşê de ye.  Ya rebî tu çêkî û hew!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)