SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Aşitî bi kurdayetiya serekên KCKa PKKê ve girêdayî ye!

Min her tim gotiye, asas a ku nahêle kurd zorya tirkan bibin û di bin sereketiya PKKê de kurd bi miletî bi ser bikevivin, tirkayetiya serekên PKKê ye. Serek û merekên PKKê ne kurdên mîna min û we nin. Rihê wan bi hevîrê tirkan hatiye stran; dilê wan bi tirkî lê dixe û mejiyê wan bi tirkî çerx dike. Îcar dema ku mirov bi nav kurd be û mezinahî li kurdan kir eha wî çaxî jî mirov wê wek gelek gelek serkêş û berkêşên PKKê, nêr û mêyê wan, ji ser û sekehê xwe fedî neke û bi tirkî heta di nav lîvînan de jî hevdu bialêse!

Fedî nakin ku bi wî zimanî mehmetçîkên teres lawên teresan li her derê welêt zikê keç û jinên kurd talan kirine; di êşkencexaneyan de bi wî zimanî xwe li dê û jinên kê û nekê ji me neleqandine û nekişiyane ser dilê wan! Ma ne ji ber wî zimanê kurdî bû ku bi deh hezaran mîna ku li Dêrsimê li pêş çavên temamê dinyayê pîr û kal û zarok di şikeftan û hinduran de ên ku şewitandin û ên ku bi gazê fetisandin! Ma zemên nepeyitand ku gava mirov li Kurdistanê û li her derê Tirkiyê gava kurd û heta ker û kûçik be jî bi tirkî peyivî, zirya û reyand, tirk wê mirov nekujin, hêdî bi hêdî bikin wek xwe û bihêlin mirov wek wan bijî. Çima lazan, çerkezan, ereban û hwd. nakujin? Nakujin ji ber ku wan dev ji zimanê xwe berdane û bûne tirk.

Tirkayetiya serek merekên PKKê û BDPê bûye bela serê miletê kurd! Heger ew serek û merek ji serî de bi kurdî tevgeriyabana, îro wê li her derê kuç û kolanên gund û bajarên welêt mîna salên 1970î dengê lêlê û loloyan ji hev qut nebaya û tirkan jî bigotana; dema ku me di hindurê vî sed salê derbasbûyî de li Kurdistanê zimanê tirkî nekiribe zimanê sereke, ji vira û pê ve jî em ê di vî karê xwe de bi ser nekivin, destên xwe di ber xwe re berdana û bi kurdan re bê xap û xîp ji dil û can ji aşitiya kurdfiroşiya di ser Çiyayên Qendî lê re li Imraliyê bipeyivyana.

Ên me ji xwe fedî nakin. Xwe piçûk û tirkan jî mezin dibînin. Xwe bi reng û dengê Zübeyir Aydar û Hüseyin Kartal, zir mezin û bi reng û dengê Zibêrê Botî û Hisênê Wanî piçûk dibînin! Bahwer bikin, gava bi navê Naif Kut bang min dikin, ez xwe wek jina tirkan, û gava bi navê Nayifê Qaso yan jî Laleşê Qaso bang min dikin ez xwe wek mêrekî kurdan dibînim!..

Hûn kê dixapînin, her kes dizane ku di siyasetê de her tişt pêşî ji mirov destpê dike. Yanî heta ku hûn ji xwe fedî nekin û dev ji nav û paşnavên xwe ên bi tirkî bernedin, li her cihî her tim bi kurdî nepeyivin û bêwestan têgeha Kurdistanê bi kar neynin, tirk wê tu carî bi çavên himberan li we nenerin û bi a herî piçûk we qanih bikin. Û ji xwe hûn ji zû de qanihkirîne jî, ma ne hûn in ew ên ku bi serekên BDPê didingotin ”ana dil de dahil olmak üzere bariş olabilir…

Wey xwelî li serê we û aşitî û bariş û jehr û ziqûm û quzelqurta we be û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)