SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bêdengiya li himberî teslîmiyeta gerîla felaket e!

Tarîxê, ji avakirina Cûmhûriyeta mehmetçîkan û bi taybetî jî di van sîh salên dawiyê de bi dehan caran peyitandiye ku tirkan, ereb û farisên misilman, komunîst û temamê binket, serket û berketiyên wan daxwazeke kurdan a herî piçûk jî qebûl nekirine û kurd di xwînê de gevizandine. Bi rastî mirov carina li hin ronakbîrên me ecêbmayî dimîne. Dibê qey ne ji vî welatî ne ku dibêjin ma mirov ji bo serbestkirina zimanê xwe, navên xwe ên kurdî û nasnameya xwe radihêje tivingê! Mirov metodên demokrasiyê bi kartîne. Wilo çilo ye, ev çi dibêjin! Ev wek ê stilîlî ku xelkê jê re digotin bavê te çima wilo çerm û hestî maye, û wî jî digot ma qey xwarin heye û me nedayêyê!

Erê, heger metodên demokrasiyê derketina sikakan be, ev sîh sal in ku kurd bi sed hezaran û di van çend salên dawiyê de bi milyonan li kuç û kolanan in û bêyî ku kevirekî di mehmetçîkan werbikin ha ha diqêrin!

Heger metodên demokrasiyê, berger û lavlavk, yabo û qurbano, tekbîr û selewat bin, kurdan di van deh salên dawiyê de xwe pir ji tirkan re daxist û heta bi binkirasê jinên tirkên herî zalim jî maçî kirin!

Heger metodên demokrasiyê solalêsî be, kesî bi qasî Ocalan sola tirkan ne alastiye!

Heger metodên demokrasiyê kurdfiroşî û xwefiroşî be, ji girtina birêz Ocalanê revoke û vir ve, tu birêvebirên kurdan bi qasî Konseya KCKa PKKê kurdfiroş û xwefiroş nebûne!

Heger demokrasî rev, teslîmiyet û kujtina gerîlayên dil û canê xelkê me be, ji girtina birêz Ocalanê pîberê kurdqesasan û vir ve, tu kes û kûs bi qasî gerîlayan ji ber mehmetçîkan ne reviyane, sînorê bakurê welêt debas nekirine û bi hezaran nehatine kujtin!

Û digel wêqas kujtin û malwêraniya kurdan, tirkan hîn navên kurdan bê çi ye qebûl nekirine! Navên kûçikan, pisîk, ker û qantiran li her derê dinyayê serbest e, û ên me hîn jî qedexe ye!

 

Ku dibêjin bila gerîla çekan berde! Navê vê felaket e!

Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe, çavên xwe vekin û bipeyivin:

Heger ne ji vî şerê PKKa ku ji mehmetçîkan bêhtir kurd kujtine baya, wê îro bi navê TRT6ê tiştek tunebaya û tirkan di ber çend qurûşan de hin ronakbîrên me nekirîbana!

Heger ne ji vî şerê PKKê baya, ne Newrozên bi miletî dikarîbûn pîroz bûbana û ne jî ev liv û tevger û masmedyaya kurdî wê hebaya!

Heger ne ji vî şerî baya, sturehên Kemal Burkayê ku tirkan bi merasim ew anîn Tirkiyê, tu carî wê nikarîba bihata Tirkiyê û kesî ew nekiribaya kizîrek jî!

 

Berdana kozikan felaket e!

Grîla bi du haweyî dikare kozikan berde. Yek bi darê zorê û a din jî bi lihevhatinê.Û ji bo gerîla û miletê kurd lihevhatina bi tirkan re, bidestxistina xetên sor e. Yanî ez kurd im, zimanê min kurdî ye û welatê min Kurdistan e. Têgeha Ez kurd im, îdentîteta min e! Zimanê min kurdî ye, hebûna min e! Welatê min Kurdistan e, dê û jina min e!

Ma gava ku zimanê min nebe ê perwerdê û dê û jina min jî bi navê xwe neyên qanê, Ez hebûme yanî çi, hi?

Pevçûn! Bimre kurdfiroşî û xwefiroşî!

Pevçûn! Xwîn bixwînê!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)