SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Rev û teslîmiyeta xwe wek difr û paye û marîfet pêşkêşî xelkê dikin!

Desthilatdariya PDKê û YNKa ku li başûrê welêt hîn jî nebûye xwedî statuyeke nav dewletî û bidestxistina statuyê di binpêkirina PKKê û fetisandina doza kurdên bakurê welêt de her tim didît, di dawiyê de xuya ye bi serket. Bi rastî di derbarê kurdayetiya birêvebirên PDK û YNKa ku ji rûxandina Seddêm û vir ve başûrê welêt pêşkêşî tirk û farisên zalim kirine û li her derê bi wan re di gevzekê de ne, bi rojan jî bibêje nikare xelas bike! Lê ez ê a ku bi salane her tim dibêjim dîsa ji temamê kurdan û.. bi taybetî jî ji birêvebirên PDKê û YNKê re bibêjim: PKKê li dera han bihêlin, tifaqiya bi neyarên kurdan re ger li himberî qehpik û qewad û heta ker û kûçik û pisîkên kurdan be jî xiyanet e! Lê mixabin birêvebirên PDKê û YNKê ev yeka han ti carî fêhm nekirin û nekirin.

Kurd wek milet û heta wek insan jî hîn nîvçe ye. Insan belkî tam hîn nebûbe insan, lê kurd sedî sed nîvçe insan e!  Insanê kamil bi prensîp û xwedî şexsiyet e, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)