SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Malwêrani û mirina miletê kurd e ku gerîla kozikan berde!

Pêşî di vê ez bibêjim ku PKKê, hema hema, zikê her kesî êşandiye, pêstûrî li her kurdî kiriye û ji delavê kurdkujan pir vexwariye!

Sûc û xeta mirov çi dibe bila bibe, nabe ku mirov li ser sûc û xeteyan, di mizgeftan de û li ser bênderan xelkê li hev bicivîne û sûcdarê xwe bizirîne, biorîne û bireyîne! Lê mixabin gerîlayên me ev di me de kirine. Wek van, ma çi û ne çi ne kirine! Îcar gava mirov mîna wan bi wan re kir, mirov wê ti carî jî nikaribe li ruyê wan binere. Lê mixabin di siyasetê de û nexasim jî di siyaseta doza kurdayetiyê de qed nabe mirov bi hestên xwe tevbigere. Di siyasetê de aqil û dû re jî cesaret pêşker e! Erê, dema ku mirov bi vê temtêlê PKK û dijminên xwe ên herî bi xof girt dest xwe, mirov wî çaxî jî wê çiv û zîvronekên veşartî bibîne û di rêya xwe de  nelikume.

Serekên PKKê, herçendî di bin qapûtên dijminan de liviyabin jî, bêyî qeweta wan, PKKê hin tiştên delal jî afirandine. Carina hin ji me em ji bîr dikin ku her tişt li gora determinîzma di aqilê me de nameşe. Çawa ku capitalist ji aliyekî ve vir û wir talan dikin û bi hêz dibin û li aliyê din wilo jî xizanî û belengazî pir dibe û sêla pevçûn û liberxwedanan bêyî îradeya wan disincire, hin tiştên PKKê ên delal jî bêyî îradeya sereketiya PKKê afirîne. Wek nimûne, PKKê bi kiryarên xwe sînor rakirin, kurd anîn darî hev û ew di beroşekê de kelandin; PKKê islama ku hêsîrî wek pişka ezel li eniya jina kurd jî dabû, xerab yan çê, rakir. Ev pir tiştên delal in!

Îcar ku ez gotina xwe a dawî bibêjim; PKK hêzeke mezin û birêvebirên PKKê ne ji me ne; PKK xwedî gewdeyekî mezin û seriyekî piçûk e! Û li vê hêza mezin, çi bi serê me tê bila bê, di vê em bi hemû haweyî xwe lê rapêçin da, belav nebe! Çerxa felekê geh li jêr û geh li jor e. Îro Cemîl, Dûran, Karasû, Karayilan û herwekî din hene, lê ji sedî sed sibe wê tunebin; seriyekî kurd î mezin bi vî zir gewdeyê PKKê ê wek çiyayekî vebe, li Kurdistanê bibe qîr û hewar û halan, dinya li kurdqesasan, kurdfiroş û xwefiroşan bibe tara bêjingê û li welêt ro  bide der! Belavkirina hêza PKKê malwêranî û mirina miletê kurd e, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)