SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serekên KCKê û BDPê tam bûne Hasan Mutlucan!

Li girtîgeha Diyarbekirê, dema ku mehmetçîkên teres dest bi wan êşkenceyên xwe ên bi xof dikirin, di wê navê re jî ji hoperlorên ku li ser banên girtîgehê û hawêrdorên wê bi cih kiribûn bêwestan dengê merş û tekbîr û stranên Hasan Mutlucan di perên ezmanan re derdiketin! Dengê wî kevneperestî, dengê qîjewîj, carecar û qarewara me difetisand. Ax û qîr û hewarên me tu carî dernediketin ji der ve!

Erê, dengê hewar hewarên me mîna dengê me ê îro ku li dijî xwefiroşî û kurdfiroşiya di bin kirasê aşitiya serekên KCKê û BDPê de qed dernediket!

Tirk ji aliyekî ve li zanîngehan bi polis û xwendekarên xwe ên faşîst ha ha êrîşî xwendekarên kurdan dikin; ji her derê welêt cahşan didin ser hev û wan bi çek dikin; li temamê çiyayên bakurê Kurdistanê ha ha qereqolên nuh ava dikin û bêwestan esker dikşînin deşt û çiyan û li aliyê din jî apoyî bêyî ku bê ka çi di naveroka projeya aşitiya wan de heye ji miletê kurd re bibêjin, bûne borîzana aşitiyê û vî xelkê me ê jar û hejar di bin sura bayê zilma tirkên zalim de disuhurînin!

Wey li minêêê, wey li minooo, doza kurdî bi kurdperweran dimeşiya û serekên PKKê jî tu carî nebûbûn kurdperwer û me jî dabû pey bi hêviya ku ”qantir bizê”, hahooo!..

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)