SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Eha ev e aşitiya Konseya KCKa ku xwe tam li cehşitiyê girêdaye!

Li gora min tiştek bi qasî ku bindestî dikare mirov cahil, fêhmkorî, piçûk û pîs bike tuneye! Ez wilo difikirim. Heger ne ji destê wê bindestiya me a bi sed salan baya, ji sedî sed me ê jî mîna ronakbîr û siyasetgerên xelkê bi çavekî mezin li xwe nerîbaya, ji ber xwe fedî kiribaya û tu carî qîma xwe bi kurtêl û kilûjên ku tirkan, ereb û farisan û herwekî din diavêtin ber me neanîbaya. Kurd xelkekî ku ji koka tarîxê veketibû, bi qonaxên zemên ve hilkişiyabû û du sed salekî li himberî zalimên herî bi xof bêwestan li ber xwe dabû! Kesî bi qasî xelkê kurd li himberî zalimên islamê li ber xwe nedabû. Emewiyên impretor û dû re jî ebasiyan bêqudar kurd kujtin, Kurdistan di xwînê de arastin, keç û jinên kurdan wek cariye bi xwe re hilanîn û zikê wan talan kirin!

Di dema sefewî û osmaniyan de kurdan bi rengekî berdoşekî û carinan jî bi serhildanan be dîsa li ber xwe dan, xwe li ser lingan hiştin û di nav herxên tarîxê de winda nebûn. Di dema kemalîstan de jî kurd dîsa ew mêrxas û ew xulam bûn. Lê mixabin serekên PKKa ku bi navê serxwebûn û azadiya kurd û Kurdistanê rabûbûn û bi xap û xîpan kurd lo dor xwe civandin, îro eser ji wê mêrxasî û ciwanmêriya kurdan nehiştin. Birêvebirên ku wê di demeke nêzîk de bi aqûbeta, Şemdîn Sakik, Nizamettîn Taş û Kanî Yilmaz şa bibin, derbeke pir mezin li miletê kurd xistin!

Îcar heger di nava vê reqepolk û hingama kê kir kê de PKK li hev nekeve û dev û diranên Konseya KCKê nepelixe û PKK ne keve destên kurdên bi namûs, êdî wê kes ji me nema karibe ji destê bêşerefî û qûnalêsiya me a bi civakî tevbigere, wqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)