SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PDK,YNK, KCK û xiyanet!

Birêvebirên PDK û YNKa ku ji wê roja bi ser lingan ketibûn û hetanî roja îro bi çavên şêx û axayên kurdan li xwe nerîbûn û herçar perçeyên Kurdistanê jî wek mendera axê û tekiya şêx bi kar anîbûn, li himberî miletê kurd dîsa bi karekî din î pir xerab rabûne ser tapanan! Ev karê wan ê vê carê ji karê ku telebaniyan di sala 1965an de bi basiyan û barzaniyan jî di sala 1980î de bi pasdaran re kiribûn pir mezintir, bi xoftir û xayintir e!
Birêvebirên PDKê û YNKa ku her tim di binpêkirina doza kurdên hersê perçeyan de sûnddayên tirkan, ereb û farisan bûn û aman ne didan rûdanên kurdayetiyê, di vê carê de bi hemû haweyî qîma xwe pê anîne ku banê bakurê welêt mîna banê rohilatê welêt biherifînin û çira miletê kurd vemirînin. Ji bakurê welêt bayê zemên bi ser Kurdistanê de dixurbilî, dilê Kurdistanê li wir lê dida, zend û çepilên Kurdistanê ji wir dirêjî başûr, roava û rohilat dibûn. Û birêvebirên PDKê û YNKê jî berê xwe dane ku wî bayî belav bikin, wî dilî bisekinînin û wan zend û çepilên dirêj jê bikin.
Birêvebirên PDKê û YNKa ku di ber berjewendiyên farisan de endamên rêxistinên kurdên rohilatê welêt berdan pêxêla hev, kişandin ba xwe, bi wan çek danîn û doza kurdî dan destên pasdaran, îro jî bi haweyekî serxweçûyî xwe dane ku vê care jî çekdarên PKKê ji çekan bikin û doza kurdên bakurê welêt têxin destên generalên tirkên teres. Erê madem hûn dibêjin ”dewr dewra aşitî û biratiya kurdan, tirk û ereb û farisan e”, hûn çima çekên xwe danayînin, hi?
Navê vê xiyanet e! Xiyanet çî ye? Xiyanet ne bi tenê ew e ku mirov wek kurd bi desthilatdarên tırkan, ereb û farisan re li dijî hêzên kurdperweran, li dijî cehş û xwefiroşên kurdan jî tevbigere. Cehş û xwefiroşan li dera han bihêlin, bi wan re tevgera li dijî gur, hirç, kûçik, pisîk û temamê ruhberên welêt dîsa jî xiyanet e! Xiyanet ne bi tenê ev hemû ne jî, dizî û pêxwasiya desthiladaran jî rengekî xiyanetê ye û belkî xiyaneta herî mezine jî!
Birêvebirên PDKê û YNKa ku li gora rapora rêxistina navdewletî Transparency International a sala 2008an, başûrê Kurdistanê di warê bertîlxwiriyê, dizî û pêxwasiyê de di nav 180 welatî de di rêza herî serî de bi Somaliyê re destnîşan kiriye, bi rengekî teriqî xwe dane ber hemû xwestekên tirkan û di ser û sekehê teslîmiyeta Konseya Ocalanê kurdxayin de li belavkirina gerîlayan û pûçkirina wan xwe şidandine. Rewş xerab, fikar xerabtir û tevger ji xerabê jî xerabtir e!
Birêvebirên PDKê û YNKa ku heta bi yekî wek Corc Bûş û hevalên wî li pataxê xistin û li gora rapora Transparency Internationalê a sala 2007 û 2008an di warê cambazî û şelihandinê de bi gavên mezin li pêşiya desthilatdarên avganî, kenyayî û ûgandî ne, ji bal kurdperwer û ronakbîrên kurdan ve êdî baş hatine nas kirin. Li tu derê dinyayê bi diz û cambazan dewlet nehatine damezrandin heta ku li başûrê welêt jî kurd bibin xwedî dewlet.
Dibe bibe ku çerxa dewletên mîna Sûrî, Îran û Tirkiyê bi diz, cambaz û pêxwasan bigere, lê li tu derê dinyayê nehatiye dîtin ku çerxên dewletan ji bal diz, cambaz û pêxwasan hatine saz kirin. Dibe bibe ku mirovê herî xerabe û beredayî li ser serê dewletê be û karê dewletê jî bimeşe, lê li tu derên dinyayê dewlet bi xerab û beradayan ava nebûne û tu carî jî wê ava nebin. Aha tam di vir de, divê em kurd van herdu hevokan ji hev bifesilînin û rewşa xwe a bêdewlet bi rewşa dijminên xwe ên bi dewlet qiyas nekin û nebêjin ”ên me jî bila mîna desthilatdarên tirkan, ereb û farisan bidizin, belav bikin û bifroşin, xelas nabe; di dawiyê de ew ê têr bibin û em ê jî bi destê wan bibin xwedî dewlet!”

Li başûrê welêt tirkan qezenc kir!

Li gora lênerînên min ên rûniştî yek jê jî ew bû ku heta Kurdistan bi carekê ve azat nebaya û çend nesîlek bi ser wê azadiyê jî re ne ketibana, divabû kurd tu carî nêzîkî tirkan nebana…
Li bakurê welêt di van deh salên dawiyê de bi qasî ku kurd nêzîkî tirkan bûn ji kurdayetî û insaniyeta xwe bi dûr ketin û bêfedî û bêşexsiyet bûn. Û li başûrê welêt jî eynî felaket bi serê kurdan de hat! Bi tu exlaqî mirov wê nikaribe ewa ku Celal Telebanî bêvir de û wir de çû ser gora Atatirk rave bike! Çi şexsiyet û destketin di ewa barzaniyan de hebû ku tirkan bi 40-50 balafirên xwe welatê wan bêwestan bombe dikirin û barzanî jî li Bexdayê û deverên din bi tirkan re diciviyan, dixwar û vedixwarin? Çi kerameta wê siyaseta ku ji salekê bêhtir e tirk ha ha başûrê welêt dişewitînin heye ku barzanî û telebanî jî li her derê bi tirkan re rûdinin û newqa xwe ji wan re vedikin? Di vî warî de nimûne pir in. Bi kurtî, ji ber wê danûstendina barzanî û telebaniyan a bi tirkan re bû ku îro kurd li Iraqê qels ketine, di gelek aliyan de winda kirine û her çiqasî bi vir de hatiye barzanî û telebanî bûne pêlîskên tirkan û dijminê miletê xwe.

Planê tirkan, barzanî û telebaniyan a li himberî gerîlayên PKKê!

Li gora min, ji roja ku Ocalan hatiye girtin û hetanî roja îro her çiqasî bi rêya Ocalan generalan bi hemû haweyî hefsarê PKKê xistibin destê xwe jî, hin jî li ser serê generalan hene û ew hin hemiyan îdare dikin. General li dijî desthilata kurdên başûr bûn û tam derba wê bû ku PKKiyên xwe ajotibana ser wan. Lê heta roja îro ew yeka han nebû. PKKî li her derê û bi taybetî jî li başûrê welêt ji derb ketibûn û bi şerê li Zapê ji her kesî xurttir bûn. Generalên ku dixwestin têkevin başûrê welêt û tu carî nedixwestin ji wir derkevin, ketinê û hema jî jê derketin. Û di dûmahîkê de me dît ku her tişt bi kêrî PKKê hat. Nimûne pir in. Çî ye plane tirkan, barzanî û telebaniyan a li himberî gerîlayan?
Carina hin tişt diqewimin ku piştî gelek salan mirov dibîne bê ji bo çi ew tişt qewimî bûn. Wek nimûne, bi sedan PKKiyên ku di salên 1984, 1985, û 1986an de cezayê miebed û idamê stendibû hebûn. Ez jî yek ji wan bûm. Mafir, em hemû li bendî idama xwe bûn û me di sala 1990î de ji nişkê ve dît ku mehkemeya bilind Yargitayê cezeyên me hemiyan xerab kir û ji bilî çend kesan, em hemû di hikmê hevt-heşt mehan de ji girtîgehan berdan. Îcar piştî neh-deh salekî gava me li pişt xwe nerî, me dît ku ji wan girtiyên berdayî hew çend kes sax mane; hemû li vir û wir bi destê dewletê û birêvebirên PKKê hatine kujtin. Wek vê, di sala 1984an de li derdora 40-50 kadroyên PKKê ên bijarte di bin tesîra barzanî û telebaniyan de ji ref veqetiyan, xwe li wan girtin û bi navê PWDê tevgeriyan. Îcar piştî du-sê salan me dît ku ew veqetandin ne li xêra miletê kurd û selameta PKKê bûye. Bi wê veqetandinê PKK bi carekê ve ji krasê kurdayetiyê bûye û şilfî tazî ketiye nav livînên generalan; 40-50 kesên ku ji ref bûne asas kurd in û bi mixalefeta wan wê PKK bûba rêxistineke kurdperwer. Îro giriyê guran bi halê wan tê. Barzanî û telebaniyan bi wî karê xwe ê lewitî derbeke mezin li doza miletê kurd xistin, lê asas derba mezin ew e ku vê care jî ên li çiyê ji sîlehan bikin. Û niha jî xwe li wê şidandine. Îcar heger bi haweyê ku 40-50 birêvebirên PKKê kişandibûn ba xwe bi ser bikevin, hinekan li Duhokê û Hewlêrê bidin rûniştandin, hinekan bişînin welatên Ewrupayê û berê qefla mezin jî bi Tirkiyê vekin, wê bi ên li çiyê re şer nekin…

Çekberdan felaketa herî mezin e!

Kes bi qasî min ku PKKiyan bi kurdfiroşiyê tawanbar dike belkî tuneye, lê dîsa jî bi xêra çekên di destên wan de ye ku îro kurdên bakurê welêt li dinyayê tên qanê û li welêt tevgereke kurdî heye. Bi milyonan kurdên ku di destên PKKê de li ser hev in, stareke mezine ji bo miletê kurd û ew star jî hemû bi xêra çekan e. Helbet di nav wan milyonan de wê rojekê ekîbekî kurdperwer derkeve pêş û wê qeweta miletê me ê bêhempa li himberî tirkên teres bi kar bîne û Kurdistanê bi carekê ve derxîne ronahiyê! Heger hat û ên li çiyê ji çekan bûn, tirk mîna dozerê wê me hemiyan bidin ber xwe, di wextekî kurt de dengê me hemiyan bibirin û doza kurdî di xwînê de bifetisînin. Tirkên ku piştî qetilama ermenî û asûriyan bi hemû haweyî xwe lê şidandine ku kurdan întegreyî xwe bikin û bi rêya întegrasyonê asîmle bikin, digel ku 30 sal in kurd di bin sereketiya PKKê de qenc û xerab li ber xwe didin, li dor sed hezarekî hatine kujtin û bi milyonan jî koçder bûne, bi rêya qanûnan tiştekî kurdî nepesinandibin, îcar ew ê çawa tiştekî kurdî bi destên kurdên devgirtî û belengaz ve berdin?
Gelo kîjan general û burokratê desthilatdar bi Şerafedîn Elçî, Melîk Firat û HAKPARa bêsîleh re rûniştiye û li ser destên wan tiştekî piçûk berpêyî miletê kurd kirine?
Gelo birêvebirên PDKê û YNKa ku qîmeteke mezin dabûn heyeta DDTê û pişta xwe jî bi HAKPARê vekiribûn, ne ji bo sîlehên ku di destên gerîlayan de bû, bi wê xwepiçûkiyê rabûbûn? Bi rastî jî hin ronakbîrên me, mîna gelek siyasetgerên kurdên başûrê welêt pir durû, korfesend û bêûjdan in; ji bêrîka wan pê ve tiştekî kurdî di bala wan de tuneye!

TRT ŞEŞ û aqilê Konseya Ocalan!

Ji ber ku min gotara xwe baş dirêj kiriye, ez ê kurt bibêjim:
Ji xwe re li ecêbên tarîxê binerin, li Kurdistanê li himberî iqtîdara PKKê, AKP li ser navê kurdan bûye mixalefeta PKKê! Û ji ber wê mixalefetê ye ku di van herdu salên dawiyê de apoyî jî hinekî ber bi kurdayetiyê ve meşiyan e. AKP bi qasî ku ji doza kurdan peyiviye apoyiyan jî xwe ewqasî li doza kurdan rapêçan e….
Ku em bên ser asasê mijarê: Gotineke Silêman Demirelê serokwezîr û serokkomarê dewleta Tirkiyê ê demekê, qencî û xerabiya vekirina kanala TRTa bi kurdî yekser radixe ber çavan. Demirel digot, ”li vî welatî tiştekî ku ne bi riza eskeran be, nabe û çênabe û hew!” Îcar bi rastî jî ji destbêka damezrandina dewleta kemalîstan û heta roja îro, li Tirkiyê hemû tiştên civakî û dewletî bi rêya eskeran çê û xerab bûne. Aha TRT Şeş jî tiştekî ku eskeran pêşkêşî kurdan kiriye. Îcar her kurd jî hema wilo yekser divê baş bizanibe, her çi tiştê ku bi destên eskeran pêşkêşî kurdan bû, ji xerabê jî xerabtir e, ewqas.
Û li aliyê din, ji xwe ji roja ku PKK çêbûye û heta niha karê PKKiyan yek jê ew e ku ên ne ji xwe xayin û revoke ilan bikin û dû re jî wan bikujin…
Bi kurtî, Konseya Ocalan û hin kurdperwerên dilşewat bila sebeb xwe li ber baranê şil û neheq dikin. Ew bixwazin û nexwazin jî wê TRT vebe, vekirina wê li fêda dewleta tirkan e, û kurdên biçin wir jî hebin. Û ji xwe divê hebin jî. Divê rê li ber kesên ku wê biçin TRTê neyê girtin, da televizyonên Konseya Ocalanê revoke jî xwe li weşanên kurdî bişidînin û qîmetê bidin kurdên ne wek xwe.
Ha, vekirina TRTa kurdên serpiçûk jî bi xêra çekên di destê çekdarên PKKê de bû, min ew ji bîr kiribû!

25 12 08

Têbinî:

Ev gotar di malpera ”rizgarî ”de (25 12 08) hatibû belav kirin. Ji ber ku di vê gotarê de PDKê, YNKê, û rayedarên dewleta tirkan planê çekberdana gerîla ji zû de li qelemê dabûn, û ew plan îro bi kar tê ez vê gotarê cereke din belav dikim! (Sernivîsa gotarê PDK û YNK û xiyanet bû. KCK jî min niha lê zêde kir!)

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)