SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

De ji xwe re li hinera vê şaha zemên binerin!!

Serokwezîra keça serokê Bangladeşê Mûcîbur Rehmanê ku di sala 1975an de, bi derbeyeke eskerî ji meqamê xwe bûbû û ji bal eskeran ve di mala xwe de digel jina xwe, sê lawên xwe û 16 kesên ji malbatê hatibûn kujtin Şêx Hesînayê, li ser navê temamê jinên dinyayê, ji ometa islamê re peyitand ku jin bi tu haweyî nekêmî mêran e û gava ku bixwazin ew ê jî bikaribin heq ji karê herî mezin derkevin û devê mêran û 77 sûlala wan biçirînin!

Taca serê mêran Şêx Hesînaya ku di dema kujtina dê û bav û birayên xwe de, bi xuşka xwe Rihanê re li Ewrupayê ji xwe re digeriyan, bi liberxwedaneke bêwestan di hindurê 35 salan de piştî ku hin qanûnên eskerî dan guherandin û cih li generalên qesas teng kir, qesas derxistin mehkemeyê û ew birin ber darên idamê. Bi kurtî, wê şaha zemên, di dawiyê de 5 generalên ku çira mala bavê wê vemirandibûn û temenê wan di ser 70yî re bûn, di 28 vê mehê de daliqandin!

Eferim, bijî!

Erê, bav û bapîrên kurdan bi derewan negotine:

”Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e”, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)